Muftuoglû: Têkoşîna çapemeniya azad didome

Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû diyar kir ku heta niha ti hêzê nekariye stûyê çapemeniya azad xwara bike û ji niha pê ve jî wê nikaribe.

Rojnamevan Dîcle Mûftûoglû destnişan kir ku hem hevalên wan ên girtî û hem jî rojnamevanên jin ên ku li pişt wan xebatên xwe didomînin, li gel hemû tundiyan jî ji duh zêdetir bi biryar in ku tiştên diqewimin eşkere bikin.

Hevseroka Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Dîcle Muftuoglû bi wesîleya 25 Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê têkîldarî zextên li ser rojnamevanên jin, ji ANF’ê re axivî.

Muftuoglû diyar kir ku şer û tecrîd sedema tundiya li ser jin û civakê ye û wiha got: “Jin bêguman ji şerê heyî bandor dibe. Tundî diyardeyeke wisa ye ku bandorê dike. Tundiya ku ji ber şer çêdibe carna li malê jî derdikeve pêş. Sedema van tundiyan jî dewlet e. Mînaka vê ya herî dawî, polîs li hemberî kesên ku li dijî bikaranîna çekên kîmyewî dadikevin kolanan, tundiyê bi kar tîne. Her wiha tundiyê li ser rojnamevanên ku li qadê rewşê dişopînin û li jinan ku ji aliyê dewletê ve wek ‘xeleka lewaz’ tên dîtin, bi kar tînin. Em dizanin, li her qadê ku jin dixwazin biaxivin, zext û tundî lê zêde dibe. Desthilatdarî, dewlet, polîs û leşkerên ku xwedî vê hişmendiyê ne, tehamula wan li hemberî gotinên jinan tune ye. Rastiyeke welê heye. Ev rastî piştî damezrandina Tirkiye heta niha didome. Em dibînin, zextên li ser rojnamevanan bi taybet di 6-7 salên dawî de zêdetir bûye. “

BI TAYBET ROJNAMEVANÊN JIN BI TUNDIYÊ RE RÛBIRÛ NE

Muftuoglû bal kişand li ser têkoşîna jinan a li dijî tundiyê û wiha berdewamkir: “Lê desthilatdarî ji bo pêşî li vê têkoşînê bigire, rojnamevanan dike hedef. Li hemberî rojnamevanan tundiyeke mezin heye. Dema em berê xwe didin li çalakiyên ku tên kirin, rastiya heyî bi awayek zelal eşkere dibe. Dema gel li hemberî nerazîbûnan derdikevin kolanan bi tundiyê re rûbirû dimînin. Rojnamevanên ku dixwazin vî tiştî ragihînin ji raya giştî jî rastî vê tundiyê tên. Piranî jî rojnamevanên jin tundiyê dibînin.”

Muftuoglû, qirkirina siyasî ya 25’ê Cotmehê ya li Enqereyê li hemberî rojnamevanan pêk hat bi bîr xist û wiha got: “Tirkiye di bikaranîna çekên kîmyewî de asê maye û gelek kesan li ser vê mijarê daxwaza lêkolînê kir. Desthilatdarî li hemberî vê tundiyê zêdetir kir. Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) Şebnem Korûr Fîncanci jî bû hedefa vê tundiyê. Şebnem Korûr Fîncanci temaşeyê dîmenên bikaranîna çekên kîmyewî kiribû û xwestibû bila lêkolîn were kirin. Rojnamevanên ku li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî raya giştî agahdar dikin, di 25’ê Cotmehê de ji aliyê polîsên tevgera taybet ve bi êşkenceyê hatin destgîrkirin. Xwestin wêneyê rojnamevan Dîren Yurtsever li ber alayan bê girtin û porê rojnamevan Oznûr Deger girtin û li erdê hat kşkirin. Li ser pitika Zemo Aggoz jî lêgerîna tazî ferz kirin.”

Muftuoglû, da zanîn ku tundiya mêr- dewlet çavkaniya xwe ji şer û tecrîdê digre û wiha dawî li axaftinên xwe anî: “Em rojnamevan ji bo ku vê tundiyê eşkere dikin, hewl didin me bêdeng bikin. Hem hevalên me yên girtî û hem jî rojnamevanên jin ên ku li pişt wan xebatên xwe didomînin, li gel tundiyan jî ji duh zêdetir bi biryar in ku tiştên tên jiyîn eşkere bikin. Heta niha tu hêzê nekariye stûyê çapemeniya azad xwar bike û ji niha pê ve jî em ê li hemberî êrîş û gefên bi vî rengî stûyê xwe xwar nekin.”