MPKE: Guhertina înfazê mirov dibehitîne, cihêkariyê nekin!

MPKE'yê li dijî cihêkariya li ser guherîna înfazê helwest nîşan da û got,''Em behitî mane! Bes cihêkariyê bikin!''

Raportorên MPKE’ê yên Tirkiyê xwestin ku di guhertina înfazê de dawî li cihêkariyê were û got, “Cihêkarî wê girtiyan bike rîskê. Ev du caran cezakirina girtiyan e.” 
 
Raportorên Meclîsa Parlamenter a Konseya Ewropayê (MPKE) ên Tirkiyê Thomas Hammarberg û John Howell têkildarî guhertina yasaya înfazê daxuyaniyek nivîskî li ser malpera MPKE’ê belav kirin. Di daxuyaniyê de ji ber metirsiyên vîrûsa koronayê bang li rayedarên Tirkiyê hat kirin û hate gotin divê bêyî  cudakariyê girtî zû yan jî bi berdana şert werin berdan. 
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
 
“Em gavavêtina parlamentoya Tirkiyê ya ji ber vîrûsa koronayê guhertina yasaya înfazê bi kêfxweşî pêşwazî dikin. Divê ev gav bi taybetî rewşa dramatik a girtiyên nexweş, extiyar û jinên ducanî û bi zarok li ber çavan bigirin. 
 
DAXUYANIYA CPT’YÊ LI BER ÇAVAN BIGIRIN
 
Her wiha divê ev guhertin girtîgehên qelebalix li ber çavan bigire. Her wiha divê daxuyaniya Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) a ji bo girtîgehan jî li ber çavan were girtin. 
 
Lê belê em şaş û metel mane ku siyasetmedar, rojnameger, akademisyen, karmendên ji wezîfeyê hatine girtin, aktîvîstên civaka sivîl û her kesê ji ber ramanên xwe hatine girtin daxilî guhertinê nekirine  ne. 
 
Biryara dawî ya MPKE'yê jî di  nav de gelek caran ji rayedarên Tirk hatiye xwestin ku Qanûna Têkoşîna Terorê û Qanûna Ceza ji meriyetê were rakirin û bangî wan hatiye kirin. 
 
DEST JI CUDAKARIYÊ BERDIN 
 
Wê ev cihêkarî girtiyan bi rîskê û nexweşiyê re rû bi rû bihêle. Divê girtiyên siyasî yên li Tirkiyê derveyî vê guhertina yasayê neyên hiştin. Ev cudakarî di warê mafên mirovan de nayê qebûlkirin. Dema girtiyên siyasî bi rîskê re rû bi rû werin hiştin wê ev yek bibe cezakirina duyem a girtiyan. Em dixwazin dest ji vê cudakariyê were berdan.  Em bang li rayedarên Tirkiyê dikin ku di serî de ji bo girtîgehan û li her deverê li dijî vê nexweşîna giran tevdîran bigire.''