MLKP: Rojavayê Kurdistanê berdewamiya Komara Kurdistanê ye

MLKP–Rêxistina Kurdistanê bi boneya salvegera Komara Kurdistanê ya li Mahabadê daxuyaniyek da û ragihand: “Komara Kurdistanê li dijî van hemû polîtîkayên bendkirinê vejîneke nû a qetandina zencîra koletiyê bû.”

Rêxistina Kurdistanê ya Partiya Marksîst Lenînîst û Komunîst (MLKP) bi minasebeta 76’mîn salvegera damezrandina Komara Kurdistanê ya li Mahabadê daxuyaniyeke nivîskî da û diyarkir: “Wekî ku Qazî Muhammed gotibû, Kurd naxwazin erdên tu netewan dagir bikin, lê her kes bizanibe ku em ji axa şoreşa xwe bihostek jî ji mêtîngeran re nahêlîn.”

Daxuyaniya MLKP-Rêxistina Kurdistanê bi vî awayî ye:

“Di 22’ê Rêbandana 1946’an de Komara Kurdistanê li Mahabadê hat îlankirin. Di dîroka Kurdistanê de cihekî gelek girîng ê Komara Kurdistanê heye. Kurd heta wê demê piranî bi serokatiya êşîr û oldaran, bi beg, axa, şêx û pîran serî hildabûn. Komara Kurdistanê bi rêbertiya partiyeke demokratîk, PDKÎ ve hate demezirandin. Ev dewleteke gelparêz, azadîperwer û demokratîk bû. Komar, li ser xizmeta hevgirtin û yekbûyina Kurdan gavek mezin bû û di jiyana xwe ya 11 mehan de ji bo Kurdistanê xizmetên mezin anî cih. Kurdî bû zimanê fermî, dibistanên ku zimanê wê yê perwerdeyê Kurdî bûn hatin vekirin. Xwendin û nivîsandina Kurdî pêş ve çû, ji bo weşankirina pirtûk, kovar û rojnameyên Kurdî çapxane hatin avakirin. Şanoya Kurdî gelek temsîl danîn. Îstasyona radyoyê hate sazkirin. Yekem car bû ku artêşeke ne di bin serwertiya êşîr û oldaran de ye û artêşeke binîzam, tevahiya hêzên leşkerî yên dewleteke Kurdan a serbixwe ye hatibû sazkirin. Ji bo ku ew ne şerkerên axa û şêxan, ên xelkên Kurdistanê bûn weke Pêşmerge hatin binavkirin. Ala Kurdistanê li ser asîmanên Komarê pêlpêliya.

Serokwezîrê Komarê Qazî Muhammed digot ku ‘Kurd tenê mafên xwe dixwazin, bi zimanê xwe dîtina perwerdeyê, sûdwergirtina ji çavakniyên xaka xwe, xwedîbûna avahî û febrîqayên xwe dixwazin. Kurd naxwazin erdên tu netewan bistînin’.

Di xaka ti netewan de çavên Kurdan tune ye. Lê çavên netewên dagirker û mêtinger her tim li ser axa Kurdistanê bû. Ji ber vê yekê her dem zordarî li Kurdan kirin, çavakniyên wan talan kirin, dest danîn ser hemû dewlemendiyên wan. Ji bo ku fikra Kurdistaneke azad ji holê rakin ne tene qîma xwe bi qirkirin û sirgûnkirinê anîn, bi sator û kêran, bi top û tifingan hewil dan ku Kurdîtiyê ji holê rakin. Axaftina Kurdî, xwendin û nivîsandina Kurdî, çand û hunera Kurdî, cil û bergên Kurdî, kilam û stranên Kurdî, çîrok û destanên Kurdî qedexe kirin, dîroka wan tune hesibandin. Xwestin Kurdiyetê asîmîle bikin, ji ber vê hemû çand û hunerên Kurdan dizîn, kirin tûrikê neteweperestiya xwe a nîjadparêz. Dewletên kapîtalîst û emperyalîst di hemû zilm û zordariyên li ser Kurdan de bûn hevparên dagirkeran.

Komara Kurdistanê li dijî van hemû polîtîkayên bendkirinê, vejîneke nû a qetandina zencîra koletiyê bû. SSCB’ya sosyalîst û Komara Kurdistanê di nav têkiliyeke ku girêdayî dostanî û piştgiriyê de bûn. Devletên mêtînger û emperyalist ev vejîna nû û nêzikbûna Kurdan ber bi sosyalîzmê ve kirin fermana Komarê, hevkarî kirin û Komara Kurdistanê hilweşandin. Bi destê dewleta Îrana mêtînger ku piştevaniya emperyalîstan girtibû Kurdistana me dîsa bi hovîtî hilweşandin. Qazî Muhammed û rêberên wê yên din ku ji bo Kurdistaneke azad têdikoşiyan qetil kirin.

Îro Rojavayê Kurdistanê berdewamiya Komara Kurdistanê ye. Ger ku Kurd bikarîbûna bibana yek wê Komar bi hêsanî nedikarîbû bihata ruxandin. Lê mixabin eşîrtî û ne yekbûyîn wekî her tim bûn kurmê dara Kurdîtiyê. Divê îro çi ji destê me bê em bikin ku em nehêlin Şoreşa Rojava hilweşe, pêwîst e em nehêlin şoreşa me ya gelparêz û demokratîk bikeve destê êşîr, axa û dewlemendan, pêwîst e em nehêlin şoreşa jinê bin bikeve û zilamperestî rabe dîlanê, pêwîst e em nehêlin şoreşa gelên Rojhilata Navîn bikeve nav qîlên kapîtalîstên mêtînger û emperyalîstan. Şoreşa Rojava êdî ne tenê soreşa Kurdan e, ew êdî şoreşa Ereb, Aşûr, Sûryan, Ermen û hemû gelên din ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jiyan dikin e. Şoreş îro di bin xeteriyeke mezin de ye. Dagirkerên Tirkiye û Sûriyeyê dixwazin şoreşê hilweşînin, di serî de DYA û dewletên emperyalîst hewil didin ku diranên xweseriyê yên şoreşger bikşînin wê bişaftînin kapîtalîzmê. Wekî ku Qazî Muhammed gotibû, Kurd naxwazin erdên tu netewan dagir bikin, lê her kes bizanibe ku em ji axa şoreşa xwe bihostek jî ji mêtîngeran re nahêlîn. Divê em bibin yek û neçin yek bi yek. Em ji bo vejîneke nû ya Kurdîtiyê û rizgarbûna hemû bindestan dest bidin hev û jiyaneke nû ku em li Rojava ava dikin bi înşakirina ber bi sosyalîzmê ve bibin û li çar parçeyên Kurdistanê û Rojhilata Navîn belav bikin. Şoreşa me a li Rojava tenê bi vî awayî dikare li ser piyan bimîne. Em lê xwedî derkevin, biparêzin, avabikin, belav bikin û ber bi sosyalîzme ve pêş ve bibin.”