MLKP: Jîna Emînî li Rojhilatê Kurdistanê bû çirûska raperînê

MLKP’ê anî ziman ku qetilkirina hovane ya Jîna Emînî li Rojhilatê Kurdistanê, bû çirûsak raperînê û got: “Azadiya Rojhilata Navîn, bi azadiya Kurdistanê ve girêdayî ye. Em ê kesên ku me parçe dikin û diperçiqînin, ji holê rakin.”

Partiya Marksîst Lenînîst Komunîst-Kurdistan (MLKP-Kurdistan) têkildarê serhildana ku li Rojhilatê Kurdistanê li dijî qetilkirina Jîna Emînî dest pê kir, daxuyaniyek a nivîskî da û got ku serhildana li Rojhilatê Kurdistanê dest pê kir û Îran dorpêç kir, careke din nîşan da ku bêyî Kurdistana Azad ne Îran, ne Iraq, ne Sûriye û ne jî Tirkiye azad nabin.

SERHILDANA ROJHILATÊ KURDISTANÊ

MLKP’ê diyar kir ku qetilkirina bi hovane ya jina Kurd a ciwan, Jîna Emînî, bû sedema raperînê û got: “Rojhilatê Kurdistanê, seri hîl dide. Gelên Îranê li aliyê Kurdistanê ne. Bindestên Îranê, bi taybetî jin, kolanan li rejîma molla ya faşîst a kolonyalîst teng dikin. Dirûşmeyên ‘Jin Jiyan Azadî‘ û ‘Bimire dîktatorî, bijî azadî‘ li ser zimanê gelê Îranê ne. Gelan, tirs têk bir. Serhildêr bi berdêla mirinê li dijî hêzên dewleta faşîst dimeşin. Çokên rejîma faşîst a kolonyalîst li dijî hêrsa gelan a mezin dilerizin. Serhildêr, êrîşkarên dewleta Faşîstan li kolanan ceza dikin. Jin bi dîlanên xwe yên azadiyê rêgezên desthilatdariya zilam a Îslamî ya siyasî diavêjin nava agir, navendên êşkenceyê dişewitînin. Pêla serhildanê bi belavkirina hişmendiya paşverû ya serdest li Îranê, zemîna hişmendiyek a nû ya pêşverû ava dike.“

‘AZADIYA ROJHILATA NAVÎN BI AZADIYA KURDISTANÊ VE GIRÊDAYÎ YE‘

MLKP’ê da zanîn ku serhildana ku li Rojhilatê Kurdistanê dest pê kir û Îran dorpêç kir, careke din nîşan da ku bêyî Kurdistana Azad ne Îran, ne Iraq, ne Sûriye û ne jî Tirkiye azad nabin. Di berdewama daxuyaniyê de MLKP’ê wiha got: “Azadiya Rojhilata Navîn bi azadiya Kurdistanê ve girêdayî ye. Çar parçeyên Kurdistanê îro çavkaniya têkoşîna azadiya siyasî ya gelên Rojhilata Navîn in. Yên ku ji vê çavkaniyê siûdê wernegirin û pê re nebin yek, nikarin têkoşîna azadiyê bi dest bixin. Rizgariya bindestan li welatên ku Kurdistan kirine mêtingeh bi rizgariya Kurdistanê ve girêdayî ye. Yên ku pişta xwe didin têkoşîna azadiya Kurdistanê, berê xwe didin şovenîzmê û desthilatdariya neteweya desthilatdar.“

‘JÎNA EMÎNÎ BÛ ÇIRÛSKA RAPERÎNÊ‘

MLKP’ê diyar kir ku hatiye dîtin ku ji bo vêxistina agirê serhildanê çirûskek bes e û wiha pê de çû: “Pirê ku hêrsa bindestan rabûye, êdî nikarin tehemulê li zilma faşîst a kolonyal û mêtingeriya hovane ya kapîtalîst bikin. Ev hêrs bombeyek e ku her kêliyê amade ye biteqe. Jîna Emînî li Rojhilatê Kurdistanê bû çirûska raperînê. Di Kurdistana me de bi hezaran Jîna Emînî hene ku bi hişmendiya azadiyê xwedî bûne. Jinên Kurdistanî, lehengên gel ên şoreşger ên pêşengên Kurdistanê û tevahiya Rojhilata Navîn in.“

MLKP’ê anî ziman ku çar parçeyên Kurdistanê bi serhildana Rojhilat re bûne yek û wiha got: “Kurdistan yek e, yekgirtî ye. Ev hişmendî, bi agirê serhildanê tê pêçan. Têkoşîna ji bo Kurdistana azad milê şoreşa me ya yekbûyî ya çar parçeyan e. Pêwist e hemû şoreşger, pêşverû, demokrat ên li çar parçeyan tev li raperîna gelên Rojhilat û Îranê bibin, li dijî faşîstên kolonyalîst, bertek nîşan bidin.  Divê hemû pêşverûyên cîhanê bi hemû hêza xwe serhildana Rojhilat û Îranê bidin ser milên xwe. Agirê şoreşgerî yê Kurdistan û Rojhilata Navîn çiraya rizgariya bindestan a cîhanê ye. Divê bindestên li hemû cîhanê vê çirayê bilind bikin û çirayên nû vêxin.

Em ê kesên ku me parçe dikin û diperçiqînin, ji holê rakin.

Bijî Berxwedan, Bijî Serhildan, Bijî Kurdistana Azad

Bijî Raperîna Gelên Îranê

Jin, Jîyan, Azadî”