MKP: Divê raperîn çêbibe, dagirker divê roja xweş nebînin

Partiya Komunîst Maoîst (MKP) têkilî dagirkeriya Tirk a li ser Rojava got, ''Divê mirov li dijî dagirkeriyê rabe, destûrê nede dagirkeriyê, raperîn çêbibe. Divê dagirker roja xweş nebînin.''

MKP'ê di daxuyaniya xwe de got wê berdêla dagirkeriyê giran be û got, ''Bi kurt û Kurmancî, wê fatoreya vê dagirkeriyê ya li ser gelên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê giran be. Wê maliyeta dagirkeriyê li ser gelan were hilkirin.''

Di daxuyaniyê de bi berdewamî hate gotin, ''Ti dagirkerî ji ber vê jî ne bêguneh e, dagirkirina Rojavayê Kurdistanê jî wê ne bêguneh be. Divê em li dijî dagirkeriyê rabin, destûrê nedin dagirkirinê, rabin serhildanê. Dive dagirker rojên xweş nebînin.''

Herî dawî hate gotin hemû milîtan û alîgirên MKP'ê li dijî dagirkeriyê wê helwesta şoreşgerî bêyî dudiliyekê nîşan bidin û ''Nirx û destkeftiyên demokratîk ên gelê Kurd biparêzin. Ev peywira şoreşgerî ya ku nayê taloqkirin, li bara gelên me berpirsyariya me ye.''