Mîtînga HDP’ê ya Enqere: Em ê azadiyê bînin

HDP’ê li Qada Kolej a Enqerê bi tevlîbûneke girseyî mîtîngek lidar xist. Namzetên ku diyar kirin ku herî zêde bajarê ku R ewşa Awarte bondorî lê kirî Enqere ye û ji bo Enqerê wiha gotin: “Em ê azadiyê bînin.”

Rêxistina HDP’ê ya Enqerê, di çarçoveya xebatên hilbijartina bi darê zorê ya 24’ê Hezîranê li Qada Kolejê mîtîngek lidar xist. Beriya tevlîbûna bi hezaran, polîs li derdorî Qada Kolejê hatin zêdekirin, qada mîtîngê bi al û pankartan hatin xemilandin. Piştî lêgerîna gel a li nuqteyên kontrolê û şûnde karî bikevin qada mîtîngê.

Halevlerî, EMEP, KCD, TÎP, Alinterî, Partîzan û Însyatîfa Gavekd Din, AKA-DER, Feferasyona Şoreşgerên 78’an, EHP, partiyên mîna KESK’ê û rêxistinên civaka sivîl destek dan mîtîngê.

Lîsa Çalan a di encama teqîna li mîtînga Amedê ya 5’ê Hezîrana 2015’an her du lingên wê jê bûn, jî di nava kesên tevlî mîtîngê bibûn debû. Jinên ku bi cil û bergên Kurdî ketin qada mîtîngê, laçikên kesk, sor û zer li ba kirin. Di mîtîngê de axaftinên namzetê Serokkomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ên dem û cihên cuda hatibû kirin, hate li ser ekrananên mezin hatin guhdarkirin.

Eleqeyek mezin ji bo standa ku kesên navê xwe ji bo erkdariya sindoqên hilbijartinê dihate nivîsîn hate dayîn.

Di mîtîngê de hevserokên HDP’ê yên Enqerê Halîl Yildiz û Nûr Aytemûr silav dan gel.

Namzeta HDP’ê ya herêma 2 a Enqerê Nûray Turkmen axivî û got: “24’ê Hezîranê ne tenê hilbijartineke, di heman demê de berxwedaneke. Em ê 24’ê Hezîranê bikin rojeke berxwedanê.

SACILIK: HDP BÛ HÊVÎ

Namzetê HDP’ê yê rêza 3’an Velî Saçilik hilbijartina 7’ê Hezîranê bi bîr xist û wiha got; “HDP’ê benda 12’ê Îlonê bi erdê re kir yek. Gelan cejin kir, serketin bidestxist. Lê AKP ya ku bi salan digot li dijî derbeyê ye welat veguherandina gola xwînê, tirs nava gelan ava kirin. Lê herî dawî dema Devlet Bahçelî got hilbijartinên pêşwext wiha hîs kirin ku wê HDP dibin bendê de bimîne. Piştî ku biryara hilbijartinên pêşxwest girtin HDP bû hêvî. Niha ji HDP’ê ditirsin û lingên wan direçifin”.

Saçilik got bend tenê ji bo HDP’ê ye û wiha got; “Me benda 12’ê Îlonê hilweşand, hemû bendên ku we li pêşiya me danin me hilweşand û em ê hilweşînin”.

Saçilik wiha domand; “Gotin li Enqereyê ji HDP’ê parlamenter nayê hilbijartin, Sirri Sureya Onder li navedan faşîzmê ala HDP’ê çikiland. Em niha dibêjin; rêyek din ve bû, HDP rêyek vekir û em ê di hilbijartinên 24’ê Hezîranê de 4 wekîlan bidest bixin. Em ê li Enqereyê ji MHP’ê zêdetir dengan bidestbixin. Em ê paytexta zilmê bikin paytexta hêviyan”.

KERESTECÎOGLÛ: 24’Ê HEZÎRANÊ WÊ EV GEL BILETA HIKÛMETÊ BIBIRE

Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê û Namzeta HDP’ê ya Herêma 1’an a Enqerê Fîlîz Kerescetîoglû jî got wê di hilbijartinên 24’ê Hezîranê de gel bileta hikumetê bibire û wiha domand; “Dema ku ew berîkên xwe tejî bikin em ê jiyana nû ava bikin. Ji bo vê jî em dibêjin dengek ji bo HDP’ê dengek ji bo Demîrtaş.”

Kerestecîoglû wiha domand; “Em natirsin. Pêşreoja ku em ava bikin de tirs wê nebe. Di pêşeroja ku em ava bikin de wê şideta li dijî jinê, eziyeta li lawiran, destavêtina zarokan, zilma li ser gelê Kurd re cih negre. Em ê destûr nedin ku zilim li tû kesî were kirin. Li ku derê neheqî hebe em ê li wir bin. Em ê netirsin, em ê qîr bikin û bêjin pêşeroj ya me ye. Em ê ronahiyê bînin ji bo bajarê Enqerê ku herî zêde Rewşa Awarte, bi BHQ yan ji kar durxistian gelan lê heye.”

Parlementerê HDP’ê yê Enqereyê Sirri Sureya Onder di mîtîngê de axivî û ev tişt got:

“Em baş dizanin hûn bi şev û roj kar kirine, çawa ku em xwedî li sindoq û stranên xwe derdikevin divê wisa xwdîlê derbikevin. Ez vê yekê ji her kesê rica dikim. Bi salan e zimanê Kurdî înkar kirin, perwerdehiya wê qedexe kirin. Ev gel xwe û zimanê xwe bi stranan gihande roja îro. Ev welat wê vegere baxçeyê gulan. Ew roj 24’ê Hezîranê ye.