Mîthat Sancar: 'Doza Kobanê' doza tolhildanê ye

Sancar diyar kir ku têkçûna DAÎŞ'ê li Kobanê di heman demê de xitimandin û têkçûna polîtîkaya AKP'ê ya li ser Sûriyeyê bû û got, "Di dilê AKP, MHP û şirîkê wan ê desthilatdariyê de hêrseke mezin heye. Tola vê hiltînin."

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar, li ser 'Doza Kobanê' û 'êrişên bloka desthilatdariyê ya li dijî partiya wan, ji ANF'ê re axivî.

Sancar anî ziman ku 'Doza Kobanê' qonaxeke nû ya plana tasfiyeyê ya siyasî ye ku şeş sal in li dijî partiya wan bi berfirehî tê meşandin û destnîşan kir ku ev doz, asta herî hesas û krîtîk a vê plana tasfiyeyê ya siyasî ye.

Mîthat Sancar işaret bi têkçûna DAÎŞ'ê ya li Kobanê kir, ku ji ber vê têkçûnê desthilatdarî û dewlet gelekî hêrs bû û got, "Ev hêrs hîn jî dewam dike, nekarîne encamê qebûl bikin. Têkçûna DAÎŞ'ê di şerê navxweyî yê Sûriyeyê de bû serdemeke diyarker ji bo desthilatdariyê. Di heman pêvajoyê de polîtîkaya AKP'ê ya li ser Sûriyeyê xitimî û ber bi têkçûnê ve çû. Lewma di dilê AKP, MHP û şirîkê wan ê din ê desthilatdariyê de hêrseke mezin heye û hewl didin tola vê hilînin. Serketina li Kobanê ya li dijî DAÎŞ'ê di heman demê de gelê Kurd û gelên hevalbendên wan li Sûriyeyê û Rojhilata Navîn veguherand hêzeke siyasî ya xurt a diyarker. Dewletê û desthilatdariyê nekarî xwe li vê rabigire. Ev hesta tolhildanê ji ber vê yekê ye."

'DOZA KOBANÊ QONAXEKE GIRÎNG E'

Mîthat Sancar di dewama axaftina xwe de bi bîr xist ku bloka desthilatdariyê ji ber serketina HDP'ê di hilbijartinên 7'ê Hezîranê, 31'ê Adara 2019'an û 23'ê Hezîrana 2019'an têk çû û got, "Ji ber vê yekê bi hêrs e. Lewma dixwaze tolê hilîne û j ibo vê jî hesabê cezakirinê li dijî me xiste dewrê. Li gel zextên giran û girtina gelek hevalên me, hevserokên me yên berê û parlamenterên me, HDP'ê meşa xwe dewam kir. Vê yekê hêrsa wan zêdetir kir. Tevî hemû hewldanên wan jî HDP'ê serî netewand. Ji ber ku HDP'ê li pêşiya hesabên xwe yên avakirina rejîma nû weke astengiya herî girîng dibîne, li dijî HDP'ê bi hêrs in. Niha jî ev hestên xwe hemû di nava vê dozê de bi cih kirine.

Planeke tasfiyekirinê tê meşandin. Ev tasfiyeya siyasî ne tenê li dijî HDP'ê ye, di heman demê de li hemberî îradeya siyasî ya Kurdan hemûyan e."

Mîthat Sancar diyar kir ku plana tasfiyeya siyasî xwedî gelek aliyan e û wiha dewam kir, "Ne tenê li ser HDP'ê dimeşînin, li gelek qadan dimeşînin. Eger desthilatdarî di vir de bi ser bikeve, wê derfetê bibîne ku tevahiya muxalefeta demokratîk a li Tirkiyeyê tasfiye bike."

'EM Ê LI DADGEHÊ ZÎHNIYET Û POLÎTÎKAYÊN DESTHILATDARIYÊ DARIZÎNIN'

Sancar ragihand ku di dozên bi vî rengî de hem li salonên dadgehê, hem jî li hemû qadên siyaseta demokratîk karên hiqûqî û siyasî yên li dijî bandora desthilatdariyê bên meşandin wê bandorê li rêveçûna dozê bike û li ser qonaxa heyî wiha axivî: "Em ê nebin yên tên darizandin, em ê bibin yên darizandinê dikin. ji helwesta heyeta dadgehê wêdetir, em bi stratejiyeke welê tevdigerin ku zîhniyet û polîtîkaya desthilatdariyê mehkeme dikin. Di vê mijarê de em bi pêş ve çûne."

'EM PAŞEROJA VÎ WELATÎ DIPARÊZIN'

Sancar destnîşan kir ku êrişên desthilatdariyê ne tenê li dijî HDP'ê ne û bal kişand ser bandora polîtîkayên desthilatdariyê li ser tevahiya civakê. Sancar got, "Ev mesele ne tenê meseleya HDP'ê ye. Ev ne tenê meseleya êrişa li ser HDP'ê ye, yan jî meseleya Kurdan e. Desthilatdarî dixwaze rejîmeke nû ava bike. Ev rejîma nû jî xwe dispêre paradîgmaya Îslamî, Tirkperest."

Mîthat Sancar got, "Li vir em ne tenê xwe diparêzin. Em ne tenê hiqûqa xwe, îradeya xwe, hebûna xwe diparêzin. Helwesta ku em li dijî van êrişan nîşan didin, parastina paşeroja vî welatî ye. Parastina paşerojê ye ku xwe dispêre demokrasî, aştî, azadî û wekheviyê. Em pêşengiyê ji vê re dikin. Dema ku em bang li hin hêzan dikin, ne ji ber bendewariyê ye; em li bîra her kesî dixin ku divê xwedî li paşeroja xwe derkevin."