‘Mirovên feqîr zêdetir feqîr bûne’

Mehmet Zarîf Kesîcîler ku 30 sal in esnafiyê bazarê dike, diyar kir ku xizantî her ku diçe zêdetir dibe û got ku divê sedemên sereke yên krîza aborî ya kûr ji civakê re bê vegotin.

Mehmet Zarîf Kesîcîler ku li Enqereyê bazarvan e, têkîldarê qeyrana aborî de axivî û got, “Biha zêde ne, meaşê gel têrê nake, lêçûna hilberîner zêde bûye, lewma em jî bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû ne. Bazarvanî pîşeyek e ku gav bi gav dihele."

Kesîcîler ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku ji ber pîşeyê wan yekser li qadê bi gel re eleqedar e, krîz kûr jiyane û bi kêmbûna hêza kirînê re firotina wan jî kêm bûye. Kesîcîler got, "Heta ku hêza kirînê nebe şansê me yê pereyan tine ye. Biha zêde ne, meaşê gel têrê nake, lêçûna hilberîneran jî zêde ye, ji ber vê yekê em bi tunebûnê re rû bi rû ne. Em komek pîşeyî ne ku bangî feqîr û belengazan dikin. Li vî welatî di bin şert û mercên enflasyonê û şert û mercên hilberînê de şensê tiştekî erzan nîne. Mînak beriya mehekê firingî 25 TL bû niha bûye 15 TL derbasbûna demsalî ye, lê dema em vê dema par bidin ber hev, garantî tê dayîn ku biha wê ji sedî 200 zêde bibe.”

SEDEMÊN BINGEHÎN ÊN KRÎZA NAYÊN VEGOTIN

Kesîcîler bi bîr xist ku krîza aborî ya kûr bi hêsanî nayê çareserkirin û got, divê sedemên sereke yên krîzê ji raya giştî re bên vegotin. Kesîcîler wiha berdewam kir: “Salê serê kesekî 7 hezar dolarê kê heye? Yek mîlyon dolarê yekî heye, yê yekî tune... Çawa ku li her qadê neheqî heye, di dabeşkirina dahatê de jî neheqî heye. Hikûmetê civak mecbûrî çanda xêrxwaziyê kir. Ji sedî 15’ê xelkê Tirkiyeyê bi alîkariya civakî dijîn. Ji ber vê yekê gel xwe mecbûr hîs dike ku bibe desthilatdar. Ji sedî 15-20 dengên AKP'ê yên di bin sînorê xizaniyê de ne. Hin ji wan jî ew in ku dengê xwe didin kirê. Axaftina li ser birçîbûn û xizaniyê pirsgirêka rêveberiya nebaş e. Ger li welatekî aştî, demokrasî û edalet hebe qeyran çênabe.”

HEYA MALÎYET NEKEVE TIŞT ERZAN NABE

Kesîcîler, destnîşan kir ku ew bi keda xwe hewl didin debara xwe bikin û anî ziman ku bêyî ku serî li çavkaniya meselê bidin, afirandina sûcan xelet e û wiha got: “Dema ku hûn pîvana hesabên danûstendinên sereke yên bazarvanan dikin, wek kirê, çûnûhatin û kelûpelên karkeran hûn nikarin ji derveyî van bihayan hesab bikin. Aborînas bi awayekî teorîk li ser maseyên xwe dipeyivin. Ma te qet du kîlo firingî kirî û firotiye? Hikûmet tenê li sûcdaran digere. Demek bazarvan sûcdar kirin. Niha wê 'qanûneke dewletê' ya nû derkeve holê. Weke ku hatiye diyarkirin, derfeta daketina bihayan nîne, berevajî wê, şansê zêdebûnê heye. Dema ku niha derfeta hatina ji hilberîner ber bi xerîdar ve hatî peyda kirin, êdî dê tenê ji cihên komîsyonê bikirin mecbûrî be. Ev yek dê yekdestdariyê pêş bixe. Ev sûcê kesên ku aboriyê dimeşînin e. Dema ku hilberek lêçûna xwe kêm neke, derfeta erzaniyê namîne.”

DIVÊ POLÎTÎKAYÊ ABORÎ BÊ GUHERTIN

Kesîcîler, destnîşan kir ku dema krîz kûr nebû du qat mûçeyê memûran distandin û got ku şert û mercên heyî ji bo pere qezenckirin ne guncaw in. Kesîcîler wiha dawî li axaftina xwe anî, “Divê siyaseta çandiniyê bê guhertin. An hûn ê dahata kirînê zêde bikin an jî hûn ê bi sekinandinan piştgirî bidin hilberîner û bihayê kêm bikin. Wateya wê tiştek din nîne. Divê hêza kirîna gel bê zêdekirin. Pêdiviya welat bi guhertinê heye, lê herî zêde pêwîstî bi edaletê heye, di her warî de edalet lazim e, çi di warê têkiliyên mirovî û çi di warê dabeşkirina dahatê de.”