Milîsên KBDH’ê wesayîta rêveberê AKP’ê şewitandin

Milîsên Ozgecan Aslan ên KBDH’ê diyar kirin wan li Erdemliya Mêrsînê wesayîta rêveberekî AKP’yî şewitandine û wesayît ketiye halekî ku êdî nayê bikaranîn.

Milîsên Ozgecan Aslan ên KBDH’ê diyar kirin di 24’ê Mijdarê de saet di 02.00’an de bi sabotajê li wesayîta rêveberekî faşîst ê AKP’ê dane.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin “Li navçeya Erdemlî ya Mêrsînê wesayîta rêveberê AKP’ê Dûrsûn Tûna ji aliyê milîsên me ve hate şewitandin. Di encama çalakiyê de wesayît ketiye halekî ku êdî nayê bikaranîn. Milîsên me bi awayekî serkeftî ji qada çalakiyê derketin.”