Milîsên KBDH’ê çalakiyeke sabotajê lidarxist

Milîsên KBDH’ê ragihand ku li bajarê Mersînê li hemberî enbareke kompûteran yên ‘ayîdê Alî Beybolat ê faşîst’ çalakiyeke sabotajê lidarxistine.

Milîsên KBDH’ê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku milîsên wan di 3’ê Mijdara 2021’an li dijî enbara kompûteran ya ayîdê Alabey/Alî Beybolat ya li taxa Ş. Mûstafa yê Tarsûs a Mêrsînê çalakiyeke sabotajê lidar xistine. Şewata ji ber sabotajê derketî hemû amûrên enbarê bûn xwelî.

Di daxuyaniyê de her wiha bi domdarî ev hate gotin; “Alî Beybolat keseke ku li herêmê fealiyetên faşîst û paşverû birêve dibe. Di heman demê de xebatên îstîxbaratî yên cûr bi cûr jî dike. Alî Beybolat jî mîna her sazî û kesên ku xizmetê terora dewletê yê ku li hemberî gelên bindest sûcan dike, ji ber wan sûcan bûye armancê hêzên me.”

Her wiha di daxuyaniyê de ev tişt hatiye gotin;

“Ev ûnsûrên ku bi mêtina karkerên çandiniyê yên hejar dewlemend dibin, yên ji nêzîk ve têkiliyên xwe bi rayedarên herêmî yên dewletê re didomînin û di navbera gelên bindest de tovê dijminatiya Kurd diçînin wê ligel desthilatdariya ku xwe dispêrin wê tune bibin.

Faşîzma AKP-MHP’ê li her derê di nava rizandinê de ye. Ev desthilat ku ji qaçaxçîtiya mirovan bigre heya tîcareta madeyên hişber ya di asta navnetewî de, ji qetlîaman bigre heya hevkariya bi çeteyên cîhadîst re ketiye nava çiravê, tacîzkar-tecawîzkar yên li ser xwîn û keda karker-kedkar xwe dewlemend dikin û bi wê jiyana xwe ya li qesrê didomînin hildiweşe.

Tevgera Şoreşger ya Yekbûyî ya Jinan bi çalakiyên xwe yên bê navber hêza şer yê dawî lê anîna faşîzm û zilamsalaiyê amade dike ye. Tevgera Şoreşger ya Yekbûyî rêxistina têkoşînê ya Jinên çekdar ên ku wê desthilata zilam hilweşîne ye. Bêyî ku li benda edaletê ji desthilata zilam bin em edaleta xwe înşa bikin. Banga me ji hemû gelên me û jinan eve ku li hemberî vê rizîbûnê bi wêrekî derkevin pêş û hêz bidin têkoşîna me ya hesab dipirse. Hemû şert û mercên ku em tiştên ji me hatine dizînin paşve bistînin û ser û binkirina desthilatên zilmê kemilye. Niha bi pêşve hê bi pêşve…

Emê faşîzmê birûxînin, azadiyê bidest bixîn!”