Milîsên HBDH-KBDH’ê li Amedê 3 çalakî kirin

Komîteya HBDH-KBDH Kurdistanê ragihand ku li Amedê li 3 nûqteyên cuda çalakiyên sabotajê kirine.

Komîteya HBDH-KBDH Kurdistanê li ser çalalkiyan ev agahî da: “10’ê Cotmeha 2021’ê saet 13:30^î milîsên HBDH’ê li Taxa Mescîd a Amedê li dijî 2 trafoyên elektirîkê çalakiya sabotajê kirin. Heman rojê Milîsên KBDH’ê jî saet 23:30’î jî li Taxa Konakê li dijî trafoyeke elektirîkê çalakiyeke ya sabotajê pêk anine.

Milîsên me yên HBDH û KBDH’ê bi vê çalakiyên xwe diyar kirin ku hem daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hem jî wê hesabê 10’ê Cotmehê Qetlîama Enqerê bixwazin. Wê faşîzim têk biçe, azadî bi ser bikeve.”