Milîsên HBDH'ê yên Sînan Dersim dengê li xwe li cerdevanan kir

Milîsên HBDH'ê yên Sînan Dersim li Qoserê trofoya elektrîkê şewitand, diyar kir bi saetan wan cerdevan li nav tariyê hiştine û gotin ,''Em dengê xwe li cerdevanan dikin.''

Milîsên HBDH'ê yên Sînan Dersim gotin, ''26'ê Nîsana 2021'an derengiya şevê trafoya ku elektrîkê dide kuçeyên cerdevanên herêma Tolik a Qoserê lê dijîn hatiye şewitandin.''

Di daxuyaniyê de hate gotin, ''Em dengê xwe li cerdevanan dikin ku bi saetan ji bo demekê ew di tarîtiyê de hiştine. Heke hûn li ser rêya mêtingeran biçin hûn ê heta hetayê di nav tarîtiyê de bimînin. Bes bibin maşikên mêtingeran ku li dijî Kurdan şer dane destpêkirin.''

Di daxuyaniyê de her wiha hate gotin ên ku qebûl dikin ku tevlî êrîşên mêtingeriya Tirk a li Metîn,a Avaşîn û Zapê bûne hevkarên komkujiyan in, ên ku li ser hêzên gerîla didin, li araziyê rêberiyê ji dagirkeran re dikin, bi leşkeran re fîşekên davêjin gerîla li çiyan, bajaran û metropolan di hedefa wan de û wê berdêla vê bidin.

Her wiha hate gotin çalakiya ku hatiye kirin bi çarçoweya pêngava seferberiya şoreşger, ''Em ê faşîzmê hilweşînin, azadiyê pêk bînin'', bi çarçoweya Pêngava Tolhildanê ya Sînan Dersim hatiye kirin.