Milîsên HBDH'ê wesayîta sîxurekî şewitandin

Milîsên HBDH'ê yên Şehîd Helmet (Diyar Xerîb) ragihandin ku li Edeneyê wesayitê kesekî ku "sîxurtî" dikir şewitandine.

Milîsên Şehîd Helmet (Diyar Xerîb) a Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku li Seyhana Edeneyê di 24 Hezîranê saet 04:00’an de wesayîta kesê bi navê "A.O. ê sîxurê dewleta faşîst bû” şewitandin. 

Di daxuyaniyê de hat gotin ku her kesê ku sîxuriya dewletê bike divê zanibe ku heya ew dijminahiya gelê me bikin wê bibin hedef û hate gotin, "Di hedefa me de cara duyem ew kes wê bi xwe bin. Ji niha û pê ve her kesê ku ji bo dewlet, polîsên êşkencekar û MÎT’ê weke muxbîr û sîxurê wan tevbigere, bila careke din li dawiya kiryarên xwe bifikire. Agirê şoreşa me ya yekbûyî têr dike ku vê qirêjiyê bişewitîne!

Bila ti kes bi gef û zextên dijmin nexapin. Di rastiyê de çokên wan ji tirsê dilerizin. Agirê hêrsa gelê me wê hemûyan bişewitîne, loma jî ditirsin. Berxwedana lehengî ya gerîlayên me hemû hêza çeteyên faşist têk dibe, ji vê yekê ditirsin. Moralê wan ewqas ketiye ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê cenazeyên xwe ji zinaran davêjin. Ji karker û dikandarên ku li kolanan dijî wan radibin û dengê xwe dikin ditirsin. Ji Dayikên Şemiyê yên ku dest ji lêgerîna çarenûsa zarokên xwe bernadin ditirsin. Ji Emîne Şenyaşar a ku di berf, zivistan û germa havînê de nobeda edaletê digre ditirsin.

Ji ber vê yekê em dubare dibêjin. Dijmin bi rastî bêhêz e. Têkoşîna gelên me bi hêz e, şoreşa me ya yekbûyî ye. Ciwan, kedkar, tevlî refên HBDH’ê bibin û bi dijmin re bi zimanê ku jê fêm dikin biaxivin. Werin nav refên milîsên me. Werin em vî agirî mezin bikin.

Têkoşîna lehengî ya nemirên me, rê nîşanî me dide. Em ê heta serketinê li ser şopa wan bimeşin."