Milîsên HBDH'ê: Me karên komeleya noker sekinand

Milîsên HBDH'ê ragihand ku li hemberî Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Erham a 'noker' ku li navçeyên Menemen û Bûcayê yên Îzmîrê çalakiya çekdarî kirine û karên komeleyê sekinandine.

Milîsên Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) daxuyaniyek da û got, "Şeva 11'ê Îlona 2021'ê li hemberî komeleya bi navê Piştevanî û Alîkariyê ya Erham çalakiya çekdarî hatiye lidarxistin ku ev komele li navçeyên Menemen û Bûcayê yên Îzmîrê kar dike."

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di dema çalakiyê de hate tespîtkirin ku rêveberên komeleyê li hundir bûn, lê belê nehate zelalkirin ku kesek miriye yan jî birîndar bûye. Çend roj piştî çalakiyê komeleyê karên xwe rawestand û piştre hate girtin."

Têkildarî vê komeleyê wiha hate gotin, "Li nava gelê ku ji aliyê desthilatdariya talanê ya AKP-MHP'ê ve hatiye xizankirin, di bin navê 'alîkariyê' de bi sedan komeleyên bi vî rengî çanda serîtewandinê li gel ferz dike. Komeleya Erham ku yek ji wan e, navendeke karên nokerî û paşverûtiyê bû."