Milîsên HBDH’ê li Stenbolê li çeteyên tîryakê dan

Milîsên Îmran Firtina yên HBDH’ê li Stenbolê bi çalakiyeke sabotajê li çeteyên tîryakê yên bi navê ‘Bayraklar’ dan.

Milîsên Îmran Firtina yên HBDH’ê daxuyaniyeke nivîskî weşandin û diyar kirin li Sûltangaziyê wan li firoşkarên tîryakê dane. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ev firoşkarên tîryakê bi dewletê re dixebitin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin “Milîsên Îmran Firtina yên HBDH’ê di 24’ê Cotmehê di destê sibehê de li Taxa 50. Yilê bi sabotajê li dikana çeteyên bi navê Bayraklar ên ku tîryakê difiroşin, da. Ev çete bi dewletê re dixebitin û ev dikan jî wekî depoya tîryakê bi kar dianîn. Milîsên me bi sabotajê li vê dikana çeteyan da û dikan hate îmhakirin.”