Milîsên HBDH’ê li Stenbolê çalakiya sabotajê li dar xistin

Milîsên HBDH'ê Ramazan Çirali ragihand ku li Stenbolê li dijî kargeheke "alîgirê hikûmeta faşîst" çalakiyeke sabotajê li dar xistine.

Milîsên HBDH’ê Ramazan Çirali daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku li dijî cihê kargeha aligirê hikûmeta faşîst ku amûrên tekstîlê difiroşe û di 13’ê Hezîranê de li kolana 582’emîn a Taxa Barbaros a Esenyûrta Stenbolê di derdora saet 03.00’an çalakiya sabotajê li dar xistine.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Di encama çalakiya me de dikan bi temamî hatiye rûxandin."