Milîsên HBDH’ê li şaxekî leşkerî xist

Milîsên Mehmet Candemîr ên HBDH’ê, 15’ê Tebaxê silav kir û eşkere kir ku wan li şaxekî leşkerî yê li Amedê xistiye.

Milîsên Mehmet Candemîr ên Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan (HBDH), daxuyaniyeke nivîskî ragihand, got: ‘’Çalakiyên me yên silavkirina 15’ê Tebaxê Cejna Vejînê berdewam in. Milîsên me, bi hêza ku ji dîroka şoreşa yekbûyî digirin, li ser hev derbeyan li neyar dixin.’’ 

‘BI HÊZA KU EM JI 15’Ê TEBAXÊ DIGIRIN JI DIJMIN HESAB DIPIRSIN’ 

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin: 

‘’Dijmin, zilmkar, bêrehm û qurnaz e. Bê navbir li polîtîkaya xwe ya zext û qetilamê dewam dike. Lê xelkên me yên kedkar serî pê lê nakin. Ji dîroka xwe ya têkoşînê û çalakiyên bi berxwedêrî yên şoreşgeran hîn dibin. Dozê mezin dikin. 

Milîsên Mehmet Candemîr ên HBDH’ê, bi biryardariya serkeftinê li şaxekî leşkerî yê li Amedê xist. 14’ê Tebaxê bi şev saet di 23.00’an de milîsên me bi bombe, fişekên û hewayî û çekan li Şaxê Leşkerî yê Yenişehirê xist.  Dijmin, li ber çalakiya me şaş ma, qutufî û tu bersiv neda. Milîsan, çalakiya xwe bi serkeftin kir û bê qeza û bela vegeriyan cihê xwe.  

Biryardariya gelê me ya ji bo têkoşînê, hêz e ji me re. Li her buhusta Tirkiye û Kurdistana ji gelan re bûye girtîgeh, têkoşîn tê kirin. Dîroka têkoşînê ya şoreşa yekbûyî, roj bi roj mezin dibe. Lewma, şoreşa me ya yekbûyî, ne hatina bal hev e; lê çi cihê ku gel lê heye, geşkirina têkoşînê û berpêyîbûyîna faşîzmê ye, li zikak, qad, kampus, zindan û her derê.  

Berpêyîbûna zindanan a faşîzma AKP-MHP’ê her ku diçe zêde dibe. Biryarên bi kêfî, êşkence û kuştina mirovan, hiştina bêpar ji mafên bingehîn, bernedana girtiyan ji siyaseta dagirkerî û mêtingerî û faşîzmê ne qut in. Di demeke wiha de, me, Mehmet Candemîr ê têkoşîna bi mafdarî ya gel di gîrtîgehan de geş kir, ji dest da. Em ê hesabê kuştina Candemîr û gelek şoreşgerên din ji faşîzma êşkenceker bipirsin!  

Em milîsên Mehmet Candemîr, soz didin gelê xwe; bi hêz û mîrateya ku em ji Pêngava 15’ê Tebaxê Cejna Vejînê digirin, em ê hevrêyên xwe ji zindanên faşîzmê derbixin!’’