Milîsên HBDH'ê li Edeneyê li notirvanan xistin
Milîsên Çekdar Canfeda Med ên HBDH'ê ragihand ku li Edeneyê li hemberî du notirvanên ku li dewriyeyê digeriyan çalakiya çekdarî kirin.
Milîsên Çekdar Canfeda Med ên HBDH'ê ragihand ku li Edeneyê li hemberî du notirvanên ku li dewriyeyê digeriyan çalakiya çekdarî kirin.
Di daxuyaniya Milîsên Çekdar Canfeda Med ên HBDH'ê de hate gotin, "10'ê Mijdara 2022'an saet di 02:00 de li taxa Gurselpaşa ya Edeneyê, li hemberî du notirvanên ku li dewriyeyê geriyan, çalakiya çekdarî hate kirin."
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku zimanê ku faşîzm jê fêhm dike zimanê çalakiya şoreşgerî ye û bang li ciwanên şoreşger ên Kurdistanî û Tirkiyeyî hate kirin ku tevlî nava refên milîsên HBDH'ê bibin.