Milîsên HBDH'ê li dijî wesayita polîsan çalakî kirin

Milîsên Sînan Dersim ên HBDH'ê li Arnavûtkoy a Stenbolê li dijî wesayiteke polîsan çalakî li dar xistin.

Milîsên Sînan Dersim ên HBDH'ê li dijî wesayiteke polîsan çalakiyek li dar xistin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Şeva 25'ê Nîsana 2021'ê li taxa Karlibayir a navçeya Arnavûtkoy a Stenbolê wesayiteke polîsên sivîl hate şewitandin."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku desthilatdariya êrişê dibe ser karker, kedkar û gelê Kurd, hêzên wê yên polîsan divê baş zanibin ku berdêla kiryarên wan wê hebe.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku çalakî ji bo bîranîna endamê desteya rêveber a HBDH'ê Şehîd Sînan Dersim hatiye kirin û hate gotin, "Em ê faşîzmê hilweşînin, azadî wê bi ser bikeve."