Milîsên HBDH’ê li dijî BÎM û ÎSMEK’ê çalakî li dar xistin

Milîsên HBDH’ê li dijî BÎM û ÎSMEK’ê çalakî li dar xistin û karkerên berxwedêr silav kirin.

Milîsên Denîz Gezmîş ên Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan (HBDH) bi daxuyaniyekî nivîskî wiha got, “Milîsên me di 29’ê Nîsana 2022’an de li Stenbol Başakşehîrê li dijî ÎSMEK’ê çalakiya bi bombeyên deng û di 30 Nîsana 2022’an de li dijî depoya şîrketa BÎM a liS tenbol/Esenyurt/Akçaburgazê çalakiyek sabotajê li dar xistin.

Di daxuyaniyê her wiha hate gotin:

Her du çalakiyên ku me li Stenbolê li darxist em di şexsê karkerên inşaetê yên jiyanê ava dikin û karkerên embarê ên ku li ber xwe didin, tevahî kedkar û karkeran silav dikin. Bi hezaran karker ji ber ewlekariya kar û ji bo leçûneke zêde li ser patronan neçe di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest didin. Ji ber ku di vê sîstemê de can û xwîna kedkar ji baret û kemberê erzantir e. Em ê edî bi patron û dewletên wê re ku ji bo karkeran sîstem koletiyê ava dike û dewlemendiya xwe zêde dike bi zimanê ku jê fem bike biaxivin. Ji kesên ku ji kedkar û karkeran re zilmê dikin em ê hesap bipirsin! Dirûşmeya ‘Bijî karker û gundiyên xizan’ a ku Denîz Gezmîş, Yusuf Aslan û Huseyîn Înan di axaftinên xwe yên dawî de anîbûn ziman parolaya me ye.

Weke kedkar û karkerên gelên bindest ku di 1’ê Gulanê de daketin qadan edî dema wê ye ku li dijî faşîzmê pêşve biçin û têkoşîna xwe ya şoreşgerî ya yekbûyî xurt bikin.”