Milîsên HBDH’ê li Amed û Edeneyê çalakiyên pankartan li dar xistin

Milîsên Nûbar Ozanyan ên HBDH’ê, ji bo bibîranîna Îbrahîm Kaypakkaya yê pêşengên şoreşger ên nifşê 1968’an, li Edene û Amedê pankart daliqandin.

Milîsên Nûbar Ozanyan ên HBDH’ê ragihand ku wan di roja 14’ê Tîrmehê de li gelen cihan, pankartên “Em bi ruhê 14’ê Tîrmehê Faşîzmê Têk Bibin!’’ û ‘’Bi ruhê Kurdistanê Faşîzmê Têk Bibin!’’ nivîsandî daliqandine.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin:

“Hêrsa gelên me li dijî xizanî û zextên bi faşîstî zêde dibe. Milîsên HBDH’ê, hêza xwe ji têkoşîna bi berxwedêrî ya gelên me yên kedkar ên koletiyê qebûl nakin, digirin. Domdariya çalakiyên me, perçeyekî têkoşîna karker û kedkaran a li dijî faşîzmê ye ku mezin dibe. Milîsên me bi vê fam û ferasetê, bi her awayî derbeyê li dijmin dixin û êrîşên faşîzmê yên li dijî hêzên yekbûyî yên şoreşê beralî dike.

Bi vê hişmendî û vînê roja 14’ê Tîrmehê li Edene û Amedê, li hin cihan, pankartên “Em ê bi ruhê 14’ê Tîrmehê de Faşîzmê Têk Bibin!’’ û ‘’Em ê bi ruhê Kurdistanê Faşîzmê Têk Bibin!’’ nivîsandî, ji aliyê hêzên me ve hatin daliqandin. Bi vê çalakiya xwe, em, desthilatdariya faşîst û polîsên wê hişyar dikin ku hêj Mîhrîcana Tirmehê ya Ewwel a li Hetayê berdewam bû hewil dan ku wêneyên Îbrahîm Kaypakkaya bînin xwarê. Pêşengên me yên şoreşger, pisûleya vî gelî û şoreşgeran in. Em nahêlin wêneyên wan bên daxistin ne jî dihêlin ku ji bîr bibin. Em li ser rêya wan şer dikin û hesab dirpirsin.

Em wek milîsên hêza şoreşa ya yekbûyî ku li dijî faşîzmê bêyî rawestan têdikoşin, em ê faşîzmê xera bikin, kedkarên xwe bi rêxistin bikin û çalakiyên xwe zêde bikin! Em ê Îbrahîm Kaypakkayayan bi bîr bînin û têkoşîna Nûbar Ozanyanan gur û geş bikin û bi ser bikevin!’’