Milîsên HBDH’ê li Îzmîrê çalakiyeke sabotajê pêkanîn

Milîsên HBDH’ê ragihand ku li Îzmîrê li hemberî kesekî “faşîst” çalakiyeke sabotajê lidarxistine.

Milîsên HBDH’ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihandin ku roja 24’ê Mijdarê saet 22:00’an li hemberî mala kesê “faşîst” yê bi navê S.K ku li Taxa Tîre-Paşa ya Îzmîrê dijî çalakiyeke sabotajê lidarxistiye.

HBDH’ê diyarkiriye ku di encama çalakiyê de mala wî kesî şewitiye û bûye xwelî. Her wiha hêzên wan bi rengekî saxlem vegeriyane baregehên xwe.

Di daxuyaniya HBDH’ê de her wiha hatiye gotin ku hemû çeteyên faşîst di bin kontrola wan de ne û ragihand, “Bi qasê 6 mehane ku hemû fealiyetên ûnsûrê faşîst S.K yên pêkanînî di bin çavdêriyê de hatiye girtin.”

Di daxuyaniyê de her wiha HBDH’ê salvegera 43’mîn a damezrandina PKK’ê pîroz kir û got, “PKK ne li bajêr û ne li çiya xelas nebûye, lê faşîzma AKP-MHP’ê hildiweşe, ber bi dawiya rê tê.”