Milîsên HBDH'ê: Em li çavkaniyên aboriyê yên faşîzmê dixin

Milîsên Zeynep Kinaci yên HBDH'ê diyar kirin ku ew li çavkaniyên aboriyê yên faşîzmê dixin û ragihandin, ku li Stenbolê li febrîqeyekê çalakiya sabotajê kirine.

Milîsên Zeynep Kinaci yên HBDH'ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku 21'ê Hezîranê li Stenbolê li febrîqeyeke kozmetîk çalakiya sabotajê kirine.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Li herêma Pîşesaziya Organîzeyî ya Ataturk a Hadimkoyê, di encama çalakiya me de xisareke mezin li febrîqeya hilberîna kozmetîk û kîmyasalê bû. Bi vê çalakiyê re agir bi TIR û wesayitên li hewşa febrîqeyê jî ket û temamiya febrîqeyê da ber xwe. Li gel TIR û wesayitan beşeke febrîqeyê bi temamî şewitîn."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku wê çalakiyên xwe yên bi vî rengî dewam bikin, ku febrîqeyên çalakî li wan têne lidarxistin, çavkaniya aborî ya faşîzmê ye.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Ev desthilatdariya faşîst her roj sûcên şer dike. Di her êrişeke dagirkeriyê de ya li qadên gerîla dike, desthilatdariya faşîst gazên kîmyewî bi kar tîne û sûcê şer dike. Em ê hesabê van sûcan bipirsin û bikin ku berdêlê bidin."

Di dawiya daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku bê rawestan ew ber bi serketinê ve dimeşin.