Milîsên Aynûr Ada yê HBDH’ê li notirvanan da

Milîsên Aynûr Ada yê HBDH’ê diyar kir di 11’ê Mijdarê de li Stenbolê li notirvanan dane.

Milîsên Aynûr Ada yê HBDH’ê got “Di 11’ê Mijdara 2022’an saet di 03.00’an de li Taxa Gurpinar a Beylîkduzuya Stenbolê me notirvanên ku bi peyatî digeriyan ceza kir. Me bi îsabet li notirvanekî da, yên din jî reviyan.

Me duh li Edeneyê û îro jî li Stenbolê li notirvanan dabû. Di van çalakiyan de peyama me zelal e. Li hemberî çekên kîmyewî dema bi deh hezaran kes mafên xwe yên demokrat bi kar tînin hûn bi jopan li wan didin û dema ku bijîşk dibêjin bila ‘Li ser çekên kîmyewî lêkolîn were kirin’ hûn wan lînç dikin, nexwe wê HBDH ji zimanê ku hûn fêm dikin wê bersivê bide we.

Li hemberî êrîşên kîmyewî yên li ser gerîlayan, em ê notirvan, polîs, leşker û xizmetkarên faşîzma we ceza bikin.”