Midûrê Karên Nivîsan ê MA'yê Ferhat Çelîk hat destgîrkirin

Midûrê Karên Nivîsan ê Ajansa Mezopotamyayê Ferhat Çelîk hat destgîrkirin.

Midûrê Karên Nivîsan ê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Ferhat Çelîk, vê êvarê li mala xwe ya li navçeya Şîşlî ya Stenbolê hat destgîrkirin. Du polîsên sivîl çûne mala Çelîk û jê re gotine Dozgeriya Komarê ya Dîlokê der barê nûçeyên ajansê yên li ser hesabê YouTubeyê lêpirsîn daye destpêkirin û ji bo vê divê îfadeyê bide.

Paşê polîsan Çelîk bir Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Okmeydaniyê. Piştî kontrola tenduristiyê Çelîk birin Qereqola Ferîkoyê. Bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" der barê Çelîk de ji bo rojekê biryara destgîr kirinê hat dayîn.,

Tê payîn ku sibê li dozgeriyê îfadeya Çelîk bê girtin.