Mexdûrên erdhejê: Guneh di stuyê berpirsyaran de be!

Li Samandag a Hatayê, ji ber ba û baranê konên ku AFAD'ê danî bû, li ber avê ketin. Mexdûrên erdhejê gotin, "Yên ku em mexdûr kirin, bila guneh di stuyê wan de be."

Li Hatayê ji ber ba û baranê, mexdûrên erdhejê careke din mexdûr bûn. Bi taybetî li navçeya Samandagê, konên ku ji aliyê AFAD'ê ve hatin vedan li ber avê ketin. Şêniyên herêmê ku beriya bi hefteyekê heman tişt hatibû serê wan, nerazîbûnê nîşanî rayedaran didin ku ti tedbîr wernegirtin. Şêniyên Samandagê ji ANF'ê re axivîn.

'KES JI RAYEDARAN JI BO ALÎKARIYÊ NEHATIN'

Li taxa Denîz a navçeya Samandagê, AFAD'ê kon li ser bixuşkan veda, lê kon hemû li ber avê ket. Mexdûrên erdhejê ku bi derfetên xwe alavên xwe ji kon derxistin û hewl dan avê ji kon derxînin, îsyan kirin. Ji mexdûrên erdhejê Fîlîz Başturk anî ziman ku bi barîna baranekê kon li ber avê ketin û got, "Baran bariya, kon kete vî halî. Alavên me hemû şil bûn. Ti rayedar ji bo alîkariyê nehatin. Em bi tena serê xwe hewl didin. Nizanin bê li ku razên. Hîn hefteyek berê heman tişt bi serê me ve hatibû. Lê belê çareyek peyda nekirin. Niha ji me re konteyner lazim e."

'YÊN KU EV KON DANÎNE, SÛCDAR IN'

Suleyman Başaran diyar kir ku yên kon danîne sûcdar in û anî ziman, ku beriya kon bê danîn diviyabû zemîn bihata bilindkirin. Suleyman Başaran got, "Aliyên çep û rastê yên vê qadê ji cihê ku kon lê hatine danîn bilindtir e. Ji ber vê yekê jî dema ku baran dibare mîna hawizekî av li qadê kom dibe. Êdî konteyner lazim e, ji ber ku rewşa me ji sefaletê cudatir nîne."

'EM LI BINÊ KONAN PERÎŞAN BÛNE'

Şîrîn Dadûk jî anî ziman ku li binê konan ew perîşan bûne. Dadûk diyar kir li binê konekî 6 kes dimînin û got, "Em di nava hev de ne. Vê jî têrê nekir, niha av li kon qewimî. Ji ber bahozê metirsî heye ku kon li ber bê jî bikeve. Ji bo zeximkirina konan bang kirin. Baş e, em ê bi çi zexim bikin? Xwezî konteyner hebûya, em ewqasî nedibetilîn."

'EM LI SER CENAZEYÊN XWE BIGIRÎN, YA JÎ LI BER XWE BIKEVIN'

Sevîm Yatkin ku konê ew tê de ye li ber avê ket, wiha got "Eger konteynerek hatibûya çêkirin ya jî konên me li cihekî bilind hatibûya danîn av lê nediqewimî." Dadûk got, "Bila Xwedê vê êşê nede dijminê min. Em mirin, hilweşiyan. Em li ser cenazeyên xwe bigirin, yan jî li ber halê xwe bikevin, nizanin."

'KESEK NEHAT NEPIRSÎ'

Mexdûra erdhejê Gonul Demîr ku keça wê ji sedî 90 astengdar e li ber vê xemsariyê rabû û got, "Kes li gel nafikire. Rayedarekî bi tenê jî nehat. Çawa ku di dema erdhejê de kuştin, niha jî dixwazin van mirovan bikujin. Kesek nehat nepirsî bê halê me çi ye, mirine yan mane. Keça min astengdar e û ji şevê ve mijûl im. Ji bo kon li ber bê nekeve keviran datînim derdorê. Yên ku em mexdûr kirin bila guneh di stuyê wan de be. Tiştekî din nabêjim."