'Mesele, tercîha li ser şer a desthilatê ye'

Wekîlê Stenbolê yê HDP'ê Erol Katircioglu got, meseleya Tirkiyeyê ew e ku ji hêla desthilateke wiha ve tê rêvebirin ku tercîha xwe ne li ser aştiyê lê li ser şer kiriye.

Katircigolu diyar kir hikûmeta Tirk bêyî ku destekê bide mirovan li malê girtî dihêle û got, ''Desthilat dibêje kan nînni lê kanên ku li qada leşkerî xerc kirine têrê dike ku mirov ji hêla koronayê xilas bike.''

Wekîlê Stenbolê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Erol Katircioglu bersiv da pirsên ANF'ê.

Bûdçeya gel li şer tê xerckirin hel jî di navê 'tam girtîmanê' bêyî ku ji dewletê destekê bistîne li mal hate asê kirin. Desthilat dixwaze çi bike?

Ti rewatiya biryareke wiha nîne. Di pergala siyasî de ku jê re demokrasî tê gotin, mirov bixwaze ku mirov li mal girtî bimînin, ne rewa ye. Mirov li malê asê bimîne ev dibe ku mirov nikaribin mafê xwe bi cih bînin.  Tew ku mirov bi 'ferman'ekê li mal bimîne, ji bo mirovên ku dahata wan li holê namîne ti sûdê li wan nake. Tiştekî wiha li ti welatî nebû. Heke mirov li malê bimînin divê hûn dahata wan jî bi cih bînin. Hikûmet dixwaze bibêje pere nînin lê ji ber polîtîkaya derve ku rê li rageşiyê vedike û ji ber xerckirina li şer kanên ku heliyane, kanên wiha ne ku ji bo ku hÊla vîrûsê ji holê were rakirin divê were bikaranîn. Ji ber vê îro meseleya Tirkiyê ew e ku hişmendiya li ser desthilatê ne li ser aştiyê lê li ser şer disekine.

Aliyê desthilatê li ser pirsa, '128 milyar dolar li kû ye?', bi daxuyaniya ku li şer çûne bersivê dide. Di fînansekirina şer de êdî zor lê dibe?

Şer çalakiyeke bi plan e. Biha ye, ji ber ku çek biha ne. Her wiha aliyê mirovî yê şer jî heye. Bihayê vê nayê pîvan, ew qas zêde ye. Ji ber vê jî ji bo civakan ji hêla aborî ve tê maneya hilweşînê. Tirkiye ya ku li ber geşbûnê de divê kanên xwe bi ser aliyên hilbêr ve tehf bide, ne bi aliyê şer ve. Mixain aqilê ku Tirkiyê rê ve dibe, di serî de li ser Kurdan, li ser komên etnîk ên cîranên me yên sînor li Iraq û Sûriyê li şûna polîtîkayeke bi aştî, polîtîkaya şer didomîne. A rast yek ji encama aborî ya van polîtîkayan bi pirsa, ''128 milyar dolar li kû ye'', têkildar e. Her çendî hê nehatibe aşkerekirin bê ka ev pere çawa hatiye xerckirin,  bi encama polîtîkaya derve ya şerxwaz, têkilî fînansmana aboriyê ye ku ketiye rewşeke xirab.

Em dibînin ku encamên tundiya desthilatê ya li ser civakê bi rengê xwekuştinê xwe diyar dike. Ji ber ku nikarin debara xwe bikin her diçe zêdetir mirov xwe dikujin. Bi we ev rewş ber bi kûderê ve diçe?

Mirovên me, bi gotineke di cih de, 'bêxwedî' ne. Dewleta wan, desthilata ku wan rê ve dibe, li şûna ku destekê bide mirovên hejar, destekê dide mirovên zengîn. Ji wan weye ku hêla koronayê tenê derbê li hilberandinê dide. Ji ber vê jî tim hewcehiyên mirovên kardar bi cih tîne. Ji ber vê faîzan kêm dike, krediya bê faîz teşwîq dike. Berevaî, hêla koronayê derbê li aliyê daxwazê yê aboriyê dixe. Ango li bêkar dixin, li kesên ku li ber sînorên birçîbûnê, li jinan dixe, li ciwanan. Yên ku pêşî divê werin destekkirin ev in. Divê werin destekkirni ji ber ku wiha malên ku hatin hilberandin dikarin werin firotin. Heke daxwazeke wiha nabe ti qîmetê wê namîne ku destekê bidin mirovên kardar. Hikûmet vê têkiliyê fêhm nake, an na li gel her tiştî jî destekkirina mirovên karger meyleke genetîk e.

Herî dawî hijmarên enflasyonê hatin parvekirin, ya mehê 17 ji 100'î ye, her wiha hijmara herî zêde ya 22 mehan e. Ev encama çi ye?

Ji vê hijmara enflasyonê ya TUÎK'ê bawer nekin. Enflasyon bi kêmanî du caran li vê ye. Helbet li ser enflasyonê bandora neçê ya şertên hêla vîrûsê jî heye lê meseleya esasî ya desthilatê ye, fêhmnekirina meseleyên sereke yên Tirkiyê ye .Hin ji van bi karakterê avaniyê ne. Ango divê rêyên çareseriyê yên mayinde werin dîtin. Heke di serê we de ji zanînê wêdetir bi baweriyekê hûn bibêjin faîz sedema enflasyonê ye, di momenteke wiha de ku li bara pereyên cîhanê qîmetê pereyê we kêm dibin, li şûna zêdekirina faîzê û pêşî li zêdekirina kûran were girtin, hûn ê kûran bi rêya benqeyan ji deriyê paş bifiroşin. Piştre hew we dît ku rezervên Benqeya Navendî kêm bûNne. Aboriya Tirkiyê pêgirê îthalatê ye û ji er vê jî aboriyeke wiha ye ku hewceyî sermiyana biyan e. Çend rê hene ku sermiyana biyanî were hundir. Yek ji va îxracat , yek jê turîzm û ya dî ketine bin deyna ye. Ji bo ku ev her sê jî karîgeriyeke pozîtîf bîne, têkilî wê ye bê ka desthilat çendî ewlehiyê dide. Ev jî girêdayî wê ye ku dewlet bi rengekî zelal li gorî dewleta hiqûqê were rêvebirin. An na wê çi bibe, mirov li rewşa niha ya Tirkiyê binere wê were fêhmkirin.