Meşa enternasyonalîstan di roja 3'emîn de ye

Enternasyonalîstên ku ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê ji Luksembûrgê ber bi Strasboûrgê ve dimeşin, bi xwendina peyama KCK'ê dest bi roja sêyemîn kirin. Meş bi coş dewam dike.

Piştî ku peyama KCK'ê ya ji bo meşên dirêj ên Mannheîm, Basel û Luksembûrgê şand bi Îngilîzî hate xwendin, enternasyonalîst gihîştin Metzê. Meşvan tevî hewa sar jî bi coş û moral dimeşin.

Enternasyonalîstên ji zêdeyî 15 gelan, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dimeşin û bi zimanên xwe û bi Kurdî dirûşman diqîrin. Di meşê de wêneyên Ocalan, Leyla Guven û berxwedêrên greva birçîbûnê ya Strasboûrgê hatin hildan.

Meşvanên Luksembûrgê her wiha êlekên zêr ên bi wêneyên Sakîne Cansiz û Ocalan li xwe kirine. Meşvanên jin tevî flamayên Ocalan, alên YPJ'ê jî hildane.

Meş ji ber pir zimanî û pir çandî bi kêf û coş derbas dibe. Enternasyonalîst li her gund û bajarokên jê derbas dibin bi çepik, nîşaneya serketinê û tilîliyan tên pêşwazîkirin. Di meşê de li ser rewşa Leyla Guven û Ocalan belavok tên belavkirin.

Rêgeha meşê li trafîkê hatiye girtin û hêzên ewlekariyê tedbîrên tund ên ewlekariyê girtine.