Mertalên Zindî: Dewleta Tirk li pey şerê birakujiyê ye

Çalakgerên Mertalê Zindî: Leşkerên Tirk kincên pêşmergeyan li xwe dikin, dixwazin di nav Kurdan de şerê birakujiyê derxînin.

Çalakgerên mertalên zindî ji bo ku kincên pêşmergeyan ji hêla leşkerên Tirk ve têne bikaranîn şermezar kir. Çalakvanên mertalên zindî li Binarê Qendîlê çalakiya xwe li dijî dagirkeriya Tirk berdewam dikin. Çalakakvanan bi daxuyaniyeke niviskî dagirkeriya Tirk şermezar kir. Çalakgeran gotin ji hêla leşkerên Tirk ve bikaranîna kincên pêşmergeyan bi wê mebestê ye ku dixwazin dagirkeriyê rewa bikin.

Yek ji çalakgerên Mertalê Zindî Agirî Başûr axivî û got, wan çaakiya xwe ya li dijî hewldana dagirkeriya Tirk 14'ê mehê dane destpêkirin û ew êrîşa dagiker a li ser Qendîlê qebûl nakin.

Başûr got, leşkerên Tirk kincên pêşmergeyan li xwe dikin, êrîşê dibin ser gerilayan, hemû teknîkê bi kar tînin û dewleta Tirk dixwaze şerê Birakujiyê derxîne. Başûr got, ''Bi hezaran pêşmerge bi wan kincan şehîd bûne. Ew kincên pêşmergeya hêja û pîroz in. Em çalakger naxwazin ku pêşmerge bibin hevkarê birakujiyê. Em vê qebûl nakin. PDK û YNK nokeriyê ji bo dewleta Tirk û Îranê dikin. Em ciwanên Başûrê Kurdistanê bang li malbatên şehîdan û pêşmergeyan, ban li gelê Başûr dikin ku li dijî vê helwesta xwe diyar bikin.''

Hêjayî gotinê ye, li herêma Biradostê duh leşkerên Tirk kincên pêşmergeyan li xwe kiribû û cihê kontrolê danîbûn.