Merîwan: Cihê muhbetê-NÛ BÛ

Merîwan ku yek ji bajarên berxwedêr ên Rojhilatê Kurdistanê ye bi çand û dîroka xwe bajarekî bi mînak e.

Merîwan yek ji bajarên Rojhilatê Kurdistanê ye. Ji warê welatparêzî, huner, dîrok, jingehparezî ve bajarê Merîwan bajarekî mînak e. Yek ji bajarên ku bûye cihê berxwedanê bajarê Kak Fuat Merîvan e. Gelê wê  pir dilrehm e. Di heman demê de jî serhildêr e. Rixmê hemû êrîşan jî tu carî serî netewandiye. Her çiqasî dewlet dixwaze gel hewceyê xwe bike lê gelê wê bi bax, baxçe, komkirin, sewal xwedîkirin û hwd. debara xwe dike û xwe hewceyî dewletê nake. Ji bo wê jî ji aliyê dewletê ve her cûre êrîşên mezin li ser Merîvan tê kirin. Werin em ji devê gerîlayan fêr bibin ka navê Merîvan ji ku tê.

Ji bo navê Merîwan çend nêrînên cuda hene. Yek ji wan nêrînan ew e ku ji Mirawî ango ji werdekê tê.  Ji ber cografyaya Merîwan li bajarê Mêrîvaê pir werdek hene.  Ji bo wê jî navê wê ji Mirawî tê. Li gorî nêrînek din jî Merîwan ji Mehrevan hatiye. Wargeha Mehr ango muhebet, heskirin tê.  Ji xwe Merîwan îro wek bajarê mêhvanperwerî, xoşevîstî, sirûşt tê naskirin. Dibêjin ku Merîwan di dema binketina Emeviyan li Bexda Mervanî ber bi navçeya Şarezor û Merîwan ve koçber dibin û wisa jî li Merîwan bicih dibin. 

Ji devê gerîlayan çîrokên efsaneyên Merîwan wiha tên behskirin:

"Çend nîşaneyên Merîwan hene ku nav û deng in. Yek ji wan 12 suwarî ne. Çîroka 12 suwariyan ji devê gerîlayan ve wiha tê ziman: "Taybetmendiyên cografyaya Merîwan hiştiye ku li wê derê hijmarê beraz, mirewî (werdek), leylek zêde bin. Ev hijmara zêde zirer daye bax û baxçe. Wê demê jî Ehmedxaniyê Baban 12 Suwariyên ku dikarin çek bi kar bînin di nava gel de hildibijêre. Erka nêçirvantiya beraz dide van 12 suwariyan.

Bêguman di bingeha avakirina 12 suwariyan de tenê kuştina beraz nîn, esas armanc parastina gel e. Ango xizmet û parastina civakê dane van suwariyan. Dema ku artêşa Safeviyan dixwazin navçeya Merîwanê û Şarezor dagir bikin, erîş bikin, ev 12 Suwarî da ku gelê xwe biparêzin dikevin tevgerê. Lê hijmarê wan li hember artêşa dijminê wan pir kêm e. Ew jî taktîkekî bi kar tînin. Li gorî vê taktîkê jî plan dikin ku şev êrîş bikin. Xwe dikin çend beş. Bi zurna, def û hwd. estrûmanan lê didin û hêwirzeyekê çêdikin. Dema ku hêwirzeyeke wisa çêdibe dijmin dibîne ew dem tirseke pir mezin dikeve dilê dijmin. Wisa fêm dikin ku hêza beramberê wan hijmareke pir zêdeye. 12 kes li beramberê arteşa Safevî bi ser dikevin. Ew kesên fedakar, dilsoz û parazvanên welatê xwe ne. Xwedî îradeyek mezin in. Êdî ev 12 suwarî dibin sembol. Heta roja me ya îro jî ji hêla çandî ve 12 suwariya Merîwan hene. Pir komên ku çêbûne ev nav li xwe kirine. Ev jî wê felsefeya veşartî ku di nava axê de hatiye veşartin careke din zindî dike."

Yek jî Zîrewar heye ku bajarê Merîwan dixemilîne. Çîroka Zîrewar jî ji devê gerîlayan wiha tê ziman; "Desthilatdarê bi navê Feylekus êrîşe li ser dewreşekî dikin. Hemû destketiyên dewrêş jê distînin. Jin û zarokên wî derwêşî mal û mulkên wî ji dest digirin û direvînin. Heta ku dikarin êşkence li ser wan dikin. Ew derwêş êdî pir aciz dibe û dixwaze biçe cem dadger. Da ku giliyê xwe bike. Dema ku behsa rewşa xwe dike ew dadger keyfxweş dibe ji ber ku ew dadger jî  alîgirê feylekuse. Derwêş jî dema kêleka ava Zirewarde derbas dibe ji xwedê re dua dike û dibêje, heta ku ev bajêr nekeve bin avê ez serê xwe ranakim. Ango bi vê dixwaze ku zilm û zorî noqî avê bibe." Feylekusê demê jî Xamaneyî ye. Ev Feylekûsê zemane bi rêya leşker û çaqalên xwe sipayî pasdaran ve bi şev û roj zulm û zordarî li ser gelê Merîwan dikin. Lê bi tu awayî ev gel naçe li cem desthilat û giliyê xwe nake. Ji ber ku yê ku vê dike desthilat bi xwe ye. Têkoşîna xwe bi vîna xwe dike. Desthilatî çiqasî dixwaze jî Merîwan ji çanda xwe derxe lê dîsa jî nikare ji cewher derxe."