Meleyê mizgeftê 3 zarokên xwe yên keç qetil kirin

Meleyê gundê Ûlûdag ê navçeya Of a Trabzonê Emre G. 3 zarokên xwe yên keç ên temenê wan di navbera 4,7,11’an de ne bi çekê qetil kirin.

Meleyê mizgefta gundê Ûlûdag a navçeya Of'ê Emre G. ê 36 salî bi çekê 3 zarokên xwe yên keç ku temenê wan di navbera 4,7,11’an de ne qetil kirin. Emre G. piştre bi telefonê li Navenda Banga Lezgîn 211’an geriya û ragihand ku 3 zarokên xwe kuştine.

Li ser îxbarê tîmên jenderme û tenduristiyê berê xwe dan herêmê. Tîmên hatin malê, dîtin ku zaorkên temenê wan di navbera 4,7,11’an de ne jiyana xwe ji dest dane.

Emre G. ji aliyê jendermeyan ve hate destgîrkirin û lêpirsîn da destpêkirin.