MED-Muzîkê Aram Tîgran bi bîr anî

MED-Muzîk TV’yê di salvegera wefata wî de hunermend Aram Tîgran bi bîr anî û diyar kir ku bi huner û jiyana xwe dibistanek bû.

MED-Muzîk TV’yê di salvegera wefata wî de hunermend Aram Tîgran bi bîr anî.

Di daxuyaniya MED-Muzîkê de ev tişt hate diyarkirin:

“‘Digerim nagerim, ez ji te têr nabim’ distre. Guhdarên muzîka Kurdî, bigerin negerin jê têr nabin. Ji ber ku ew hêmayeke muzîka Kurdî ye, naveke bi tîpên zêrîn hatiye neqişandin.

Di heman stranê de dibêje:

‘‘Dilê min, yarê, Ermenistanê
Ji Elegyazê heta Aqwanê’’

Eşqa makewelatê xwe di dilê xwe de rakir, li penaberiyê ji dayik bû û li penaberiyê ji nav me koç kir, lê dilê wî welateke bo xwe û me tevan bû. Mamoste û hozanê gorbuhişt, hunermendê nemir Aramê Dîkran, îro dîsa mêvanê dil û hişê me ye.

Çand û zimanê Kurdî himêz kir û pê re bedewtir bû ‘min go qey tu bi zimanî, lê tu bi kurmancî nizanî’ distra. Bi hunera xwe rihekî hem nûjen hem resen, lê ew jî qasî zelal, di nav strana Kurdî de bişkivand. Gotinên stranên wî û melodiyên wî mîna sulavekê di nav muzîka Kurdî de diherike. Bi xwe jî bo serkaniyek ku ta îro jî her kes jê werdigire, lê ne dimiçiqe ne kêm dibe.

Bi hunera xwe û jiyana xwe dibistanek bû. Ji stranên wî me wendakirin, hesret, dilşewatî û dilêşî nas kirin. Ji dengê wî em fêrî bedewî, mêrxasî, evînî, hevaltî û bêrîkirinê bûn, heta me fêrî welatparêzî û welatperweriyê kir. Stranên ‘Lê lê rihê’ ‘Xemilî zozan’ ‘Gelo ew kî bû’ ‘Lo şivano’ ‘Penaber im’ ‘Ay dilberê’ ‘Şev çû’ ‘Hatin’  ‘Lo lo pismamo’ ‘Serok Apo’ ‘Çiyayê Gabaro’ û bi dehan stranên din ku heta hetayê wê zindî bimînin, di dilê hemu Kurd û Kurdistaniyan de ne. Stranên wî hilma biyokên welat jê tên…

Em dilsoziya xwe bi bîranîna wî re dubare dikin, bi rêz, minet û hezkirneke mezin bi bîr tînin.”