Meclîsa Mexmûrê nameyek ji Rêveberiya Xweser re şand

Meclîsa Gel a Mexmûrê nameyek ji Rêveberiya Xweser re şand û li dijî vîrûsa koronayê banga piştgiriyê kir.

Meclisa Gel a Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi nameyekê destnîşan kir ku ji ber ku şert û mercên neyînî yên herêmê û ambargoya li ser wargehê, di hêla tenduristî de nikarin xwe bigihînin alavên pêwîst ji bo têkoşîna li dijî vîrûsa koronayê û daxwaz ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku di vî warî de jê re bibin alîkar.

Nameya Meclisa Gel a Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî wiha ye:

"Wekî tevayî gelên cîhanê em di pêvajoyeke giran û zehmet re derbaz dibin. Lê ji ber şer û êrişên dijwar yên li ser me, gelê Kurd rewşa xwe ji gelên din cuda ye. Her wiha di aliyê li beramberê pêvajoyên tengezar têkoşîn dayîn û bicihanîna pêwîstiyan de em bêhtir bi zorî û zehmetiyan re rû bi rû dimînîn. Îro gelê me li her çar parçeyên Kurdistanê dibin xetere û metirsiyekê de ye. Ruxmê vîrusa korona ya tevayî cîhan xistî bin bandora xwe, li Tirkiyê êrişên dewleta faşîst a li ser îradeya gel, li aliyê din di nava ew qas alozî û jiyana zehmet de darvekirin û zîndanîkirina ciwanên Kurd ji hêla rejîma xwinmij ya Îranê ve, li Rojavayê Kurdistan ya bi êşên mezin re rû bi rû mayî, bi sed hezaran gel derbederbûyî êrişên çeteyên dewleta Tirk û qutkirina ava herêmekê bi tevayî û li Başûrê Kurdistanê êrişên li ser Şengal û Mexmûrê bi hemû leza xwe berdewam in û ranewestane. Hem ev êrişên heyî hem jî dabînnekirina pêwîstiyên gel di nava vê rewşa aloz ya derketina nexweşiya koronayê de, gelê me bêhtir xistiye tengasiyê û ev rewş li ser pêşeroj û jiyana gelê me metirsiyê çêdike.

Weke gelê Mexmûrê çawa gelê Kurd bi zorî û zehmetiyan re rû bi rû ye, rewşa me û jiyana me ji ya wan ne cuda ye û em jî bi astengiyên jiyanê re rû bi rû ne. Hem ji ber herêma nearam ya em tê de ku li milekî xetereya DAIŞ’ê, li milê din ambargoya li ser gelê me bi mehane tê meşandin, hem ji hatin û belavbûna vîrusa korona, xetere û metirsiya li ser gelê me zêde kiriye û em niha bi pirsgirêkên jiyanî re rû bi rû ne. Her roja derbaz dibe pirsgirêk û zehmetiyên di her aliyê jiyanê de zêde dibin û em nikarin çareseriyan bi pêş bixin. Li aliyekê qedexeya hatin û çûyînê, li aliyekî ambargoya li ser me tê meşandin û li aliyê din ji tu cihan ve nebûna piştgirî û alîkariyê, em xistine nava çarenûseke nediyar û bi xetereyeke jiyanî re rûbirûbûn pir nêzîk e. Hem di aliyê aborî û dabînkirina pêwistiyên jiyanê, hem ji aliyê pêwistiyên tenduristî de em zoriyê dikêşin. Ji bo derbazkirina vê pêvajoyê û ji bo bicihanîna pêwîstiyên gelê me, divê herî zêde rêxistin û derdorên Kurd guh bidin dengê me û alîkariya me bikin.

Ji bo vê di serî de em serkeftina Saziya Tenduristiyê ya Rojavayê Kurdistanê di aliyê diyarkirin û tespîtkirina vîrusa korona de li gel saziya Swêdê bi destxistî, pîroz dikîn û keyfxweşiya xwe tînin ziman. Ji bo rûbirûbûna têkoşîna li dijî vîrusê ev pêngava ji hêla bijîşkên Kurd ve hatiye avêtin, ji bo cîhanê û ji bo tevahî gelê Kurd pêşketineke mezin e û cihê şanaziyê ye. Em di wê baweriyê de ne ku wê ev dîtina nû ji bo têkoşîna gelan a li beramberî vîrusa Korona bibe hêviyek û wê mirovahî di têkoşîna li dijî koronayê de sûdê jê wergire. Wek gelê Mexmûrê em bang û daxwaz li Saziya Tenduristiyê ya Rojavayê Kurdistan û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojavayê Kurdistanê dikin ku di demeke nêz de ev alavên tesbîtkirina vîrusa koronayê bigihînin destê saziya tenduristiyê ya wargeha Mexmûrê û di vî milî de ji bo me bibin alîkar. Em di wê baweriyê de ne ku wê di vî alî de piştgiriya pêwîst ji hêla Rêveberiya Xweser ve ji bo me were nîşandan.

Ji bo têkoşîna li dîjî vîrusa korona ya di alî tenduristî de derketî û têkoşîna bicihanîna pêwistiyên gel ên jiyanî ku dibe vîruseke din a ji hêla dewletên desthilatdar ve derketî pêwîstî bi hevkarî û hevgirtinê heye. Ji ber ku ya îro em jiyan dikin û pê re rû bi rû dimînin, ne tenê nexweşiya ji ber vîrusê derketiye, tengezariya herî mezin vîrusa mirov û desthilatdarên bê wijdan û dij zagonên navneteweyî derxistî holê ye. Wek gelê penaber em bang li Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê dikin ku hem di aliyê gihandina kît û alavên tespîtkirina vîrusa korona, hem di aliyê mask, cîhazên oksîjen, derman, cilên taybet û kel û pelên din ên tibî û hem jî di aliyê dabînkirina pêwîstiyên jiyanî de ji me re bibin alîkar û piştgiriyê bidin me. Heman bangewazî em ji bo tevahî saziyên mafên mirovan û saziyên tenduristiyê yên her çar aliyên Kurdistanê û cîhanê dikin ku guh bidin dengê me û di vê têkoşîna jiyanê de li rex me cih bigirin û ji bo rûbirûbûna zorî û zehmetiyan re ji me re bibin alîkar.

Bi hêvî û baweriya wê mirovahî bi ziyanên hîn kêmtir ji vê vîrusa koronayê rizgar bibe, rêz û silavên xwe pêşkêşî we dikin…"