Meclîsa Jinan a HDP’ê serdana Guven kir

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran û Wekîla Mêrdînê Pero Dundar çûn serdana Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Elazixê tê girtin.

Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran û Wekîla Mêrdînê Pero Dundar, serdana Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Colemêrgê Leyla Guven a li Girtîgeha Jinan a Tîpa T a Elazixê girtî kirin.

Di danezana ku Buroya Çapemeniyê ya Jinan a HDP'ê parve kir de ev agahî hatin dayîn: "Wekîlên me diyarkirin ku rewşa tendirustî û morala Guven baş e, silavên xwe ji hemû jinan re şandiye û gotiye ku ewê dest ji hevgirtin û têkoşînê bernede."