MEBYA-DER û TUHAY-DER’ê serdana malbata Şenyaşar kirin

Endamên jin ên MEBYA-DER û TUHAY-DER’ê serdana Emîne Şenyaşar kirin û diyar kirin ku ew ê xwedî li êşa Emîne Şenyaşar derbikevin.

Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di 14’ê Hezîrana 2018’an de xizm û parêzvanên parlementerê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz hevjîn û du kurê Emîne Şenyaşar qetil kiribû. Emîne Şenyaşar tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ku di êrîşê de birîndar bûbû dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. Nobeta Edaletê di roja 628’an de didome. Dayê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ji mala xwe ya li navçeya Pirsûsê hatin ber edliyeyê.

Endamên jin ên MEBYA-DER û TUHAY-DER a Şaxa Amedê serdana çalakiya Emîne Şenyaşar kirin. Endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) a Rihayê tevlî serdana jinan bûn.

Li Amedê bi pêşengiya Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER), Komeleya Wêjevanên Kurd, Enstîtuya Kurd ya Amedê û kovara DESTAR’ê, di merasîma ku ji bo 38’emîn salvegera wefata helbestvan û nivîskarê Kurd Cegerxwîn hatibû lidarxistin de plaket dabû gelek kesan. Jinan plaketa Emîne Şenyaşar a ku nekarîbû tevlî merasîmê bibe di serdana xwe ya Nobeta Edaletê de dan wê.

‘EM Ê XWEDÎ LI ÊŞA EMÎNE ŞENYAŞAR DERBIKEVIN’

Rêvebera MEBYA-DER a Amedê Meyrem Soylû diyar kir ku êşa Emîne Şenyaşar parve dikin û got: “Em ê xwedî li êşa wê derbikevin û doza wê bişopînin.”

Emîne Şenyaşar ku diyariyê wergirt wiha got: “Kesên ku kurê min girtine, bila bên girtin. Bila kurê min jî berdin. Ev dewleteke çawa ye, ev çi edalet e! Ez ji bo her kesê edaletê dixwazim. Êdî bese.”