'Me xwest bi çavên zarokan bang li dinyayê bikin'

Nûrî Adnan di sala 2018'an de tevî çend wênevanên profesyonel ên Efrînî li kampên Berxwedan û Serdemê kirin ku bi hezaran zarok hestên xwe bineqişînin.

Ji ber dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê bi sed hezaran Efrînî neçar man xaka xwe biterikînin û li herêma Şehbayê bi cih bûbûn. Ne tenê Efrînî her wiha bi sed hezaran penaberên Sûriyeyî yên ji bajarên din ên Sûriyeyê koçî Efrînê kiribûn neçar mabûn ku careke din koç bikin. Nûrî Adnan ê Tirkmen ku ji gundê Karagoz ê herêma Şehbayê ye yek ji sed hezaran penaberan e ku gelek caran koç kiriye.

Nûrî Adnan ji bo rewşa gelên Şehba û Efrînê ji dinyayê re ragihîne bi derfetên xwe ajansa 'Rumaf' ava kir. Di sala 2018'an de pêşengiyê ji projeyeke wêneyan re dike ku zarokên Efrînî karibin şer û zehmetiya koçberiyê bi hestên xwe û çavên xwe vebêjin. Di projeyê de ku tevî çend wênevanên profesyonel ên Efrînî pêk anî, di sala 2018'an de 250 metre, di sala 2019'an de jî 500 metre paçê kon li kampên Berxwedan û Serdemê vedan û kirin ku bi hezaran zarok hestên xwe li wan paçan bineqişînin. Nûrî Adnan der barê armanca projeyê de ji ANF'ê re axivî.

HEMÛ ÇETEYÊN DERBASÎ SÛRIYEYÊ BÛN DI SER TIRKIYEYÊ RE HATIN

Adnan bi bîr xist ku di sala 2011'an de bûyerên qewimîn ji aliyê her kesî ve hatin dîtin û got, "destpêkê mirovan xwestin azad bin. Lê belê piştî ku çete derketin holê her tişt tevlîhev bûn. Di sala 2012'an de çete hêdî hêdî ketin gundên Şehbayê. Çeteyên OSO, El Nûsra di ser Tirkiyeyê derbasî Şehbayê dibûn. Van çeteyan di demên cuda de navên cuda li xwe dikirin. Lê belê ji nişka ve DAÎŞ ava bû. Me fêhm nekir ku ev yek çawa pêk hat. Lê belê wê demê kesekî bi navê Ebû Dicene yê Mereşî hebû di nava çeteyên hatin. Gelekî baş bi Tirkî zanîbû û navê Erebî bi kar dianî. Yek ji wan kesan bû ku çete bi rê ve dibir.

Beriya wan jiyaneke me ya baş hebû. Lê belê piştî ku çete hatin her tişt nebaş bû. Me jî nekarî îdare bikin û ji wir derketin. Ne tenê Tirkmen, Kurd, Ereb û gelên din derketin. Em derbasî Helebê bûn. Lê li Helebê jî heman bûyeran dest pê kirin. Piştre em hatin Efrînê. Em li Efrînê di rewşeke baş de bûn. Sîstemeke demokratîk a rêveberiya xwecihî hebû. Her kes tevlî wê sîstemê dibîn. Ne girîng bû ku mirov ji kîjan ziman û nîjadî ne."

'ÇETEYAN BOMBE LI HEMÛ XANIYAN BI CIH KIRIBÛN'

Adnan bi bîr xist ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk Efrîniyan 58 rojan li ber xwe dan û got, "Piştre neçar man derbasî Şehbayê bibin. Gel ji aliyekî ve ji Cebel Ehlam derdikevin li aliyekî jî dibû hedefa sekvanan. Gelek mirovan di rê de jiyana xwe ji dest dan. Piştî ku hatin Şehbayê di nava şert û mercên giran de jiyan. Her gund, her bajarokê Şehbayê ji ber şer hatibûn hilweşandin. Çeteyan bombe li her xanî bi cih kiribûn.

Dema ku imrovan dixwestin bikevin xaniyên xwe bombe diteqiyan. Ji bo vî gelî yek ji sedî jî alîkarî ji derve nehat. Em li Efrînê di nava jiyaneke demokratîk de bûn ku li devereke din me nedîtibû. Beriya sala 2011'an jî me bi jiyaneke bi vî rengî nezanîbûn. Piştî ku em çûn Efrînê me dîtin. Niha jî li Şehbayê mirov bûne mîna goşt û neynûkê. Gelê Efrînê nêzî du sal in li vê deverê dijî. Lê belê di navbera gelên Efrînê û Şehbayê de têkiliyeke ji sedan salî heye. Di navbera malbatên wan de xizmtî heye. Nêzî 50-60 gundên Şehbayê tenê Kurd in.

Min xwest tiştên ku dewleta Tirk, çeteyên OSO û çeteyên din li van gelan kirin nîşanî dinyayê bidim. Min dît ku bi hezaran çete ji Ezazê derbasî Efrînê bûn. Em serçeteyên herî girîng ên DAÎŞ'ê li van gundan dîtin. Min jî xwest bi karê xwe yê ajansê van hemûyan ji dinyayê re ragihînim. Bi vî rengî min ajansa Rumaf ava kir."

ZAROKA KU BÊRIYA KÎSOYÊ XWE KIRIBÛ

Adnan anî ziman ku dema li nava kampên li Şehbayê geriya gelek tişt dît û got, "Me gelekêşên zarokan dîtin. Zarokên bêriya dibistanên xwe dikirin, yên beriya malên xwe dikirin. Me gelek zarok dîtin ku timî digiriyan. Di nava gel de dema digeriyam du tiştan bandorli min kir. Li Til Rifatê em çûn gel malbateke Efrînê. Me yê bi dayikekê re hevpeyvîn bikira. Zarokeke keç a wê dayikê hebû ku pênc salî bû. Digiriya. Ji min re got ku dema ji Efrînê derket nekarî kîsoyê xwe derxîne ji bo wê digiriya. Her wiha zarokekî heft salî jî ji ber ku pisîka xwe li Efrînê hişt digiriya. Yekî bêriya darên zeytûnê, yekî bêriya dibistanê, yek jî bêriya malên xwe dikirin."

Destnîşan kir ku piştî wan gelek tişt li kampan dît bi hevalên xwe Henîf Hemo, her wiha Erdalan û Heysem biryar wergirtin ku derfetê biafirînin ku zarokên Efrînî hestên xwe bi wêneyan bineqişînin û di encamê de zarokan gelek wêneyên balkêş amade kirin.

Diyar kir ku wan dixwest bi çavên zarokan hin tiştan ji dinyayê re ragihînin û wan ev yek pêk anîn.