MATÛHAYDER çû serdana nobeta GOÇÎZDER’ê

MATÛHAY-DER çû serdana nobeta ji bo GOÇÎZDER a ku hevserok û endamên wê hatibûn girtin.

Di 11’ê Hezîranê de hevserokên GOÇÎZDER’ê jî tê de 16 endam û rêveberên wê hatibûn girtin. Ji bo endam û rêveberên GOÇÎZDER’ê yên ku hatine girtin li Şîrînevlera Stenbolê çalakiya nobetê hatibû destpêkirin.  Çalakiya nobetê her hefte didome. Vê hefteyê jî MATÛHAY-DER çû serdana nobetê.

Hevseroka MATÛHAY-DER’ê Esîn Çelîk diyar kir ji bo cihê kesên hatine girtin ew dagirin îro li vir in û got “Ligel ku ev komele li dorî rêziknameya xwe xebatan dike û komeleyeke qanûnî ye, di operasyonekê de 16 rêveberên wê hatin girtin. Armanca rêveberên hatine girtin, parastina mafan bû. Em dixwazin hevalên me werin berdan û vegerin ser karê xwe. Heta ku ew werin berdan em soz dikin ku em ê li şûna wan bixebitin û alaya wan nexînin erdê.”