Mam Zekî û cangoriyên azadiyê wê li Elmanyayê bên bîranîn

Saziyên civaka Êzidî yên li Ewropayê salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê pîroz kirin û di kesayetiya Mam Zekî Şengalî de cangoriyên têkoşîna azadiyê bi bîr anîn.

Navenda Yekîtiya Komeleyên Êzidiyan (NAV-YEK), Sîwana Meclîsên Êzidî (SMJÊ), Meclîsa Şengalê ya li Derveyî Welat (MŞD), Hevgirtina Ciwanên Êzidî (HCÊ), Navenda Çanda Êzidxanê (NÇÊ), Koordînasyona Meclîsên Gundên Bakur bi daxuyaniyeke hevpar hem salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê pîroz kirin, hem jî di kesayetiya Mam Zekî Şengalî de cangoriyên azadiyê bi bîr anîn.

Di destpêka daxuyaniyê de bi navê pêkhateyên civaka Êzidî ya li Ewropayê, salvegera 36'an a Pêngava 15'ê Tebaxê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hêzên parastina gel, gelê Kurd, gelên Rojhilata Navîn, civaka Êzidî û tevahiya mirovahiyê hate pîrozkirin.

Di kesayetiya Mam Zekî Şengalî de cangoriyên demokrasî û azadiyê û yên fermana 73'an bi rêzdarî hatin bîranîn.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em komkujiya 14'ê Tebaxa 2007'an a li herêma Şengalê li bajarokê Til Izêr û Komelgeha Sîba Şêx Xidir, ku ji aliyê hêzên tarî ve pêk hat, bi tundî şermezar dikin. Cangoriyên vê komkujiyê û komkujiya 15'ê Tebaxa 2014'an a li gundê Koço bi bîr tînin."

Saziyan bi bîr xistin ku di meha Tebaxê de gelek berdêlên giranbuha hatine dayin, komkujî pêk hatine û diyar kirin, "Ji ber vê yekê em weke gelê Kurdistanê û civaka Êzidî neçar in ku pîrozbahÎ û bîranînên xwe di heman demê de pêk bînin."

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Dewleta Tirk û hikumeta AKP–MHP bi konsepteke nû dixwazin tevgera azadiyê tasfiye bikin û îradeya gelê Kurd bişikînin. Di her milî de êrişê tunekirinê zêde kirine. Dagirkirina Baṣûrê Kurdistanê û gef û êrişên li ser Rojava û Ṣengalê berdewam dikin.

'DIVÊ GELÊ ME LI DORA BERXWEDANA CENGA HEFTANÎNÊ BIBE XELEK'

Lewra ji bo gelê Kurdistanê ji bilî berxwedaneke mezin û serketinê rêyeke din nemaye. Bi taybetî di Cenga Heftanînê de berxwedana keç û xortên Kurdistanê cihê silavkirinê ye û divê gelê me li her qada jiyanê li dora vê berxwedana dîrokî bibe xelek.

Em jî weke civaka Êzdiya û hemû pêkhateyên civaka Êzdiyan, di bin her şert û mercan de tevî hemû hêza xwe piştgirtinê didin destkeftiyê gelê kurd û kurdistaniya li rojavayê Kurdistanê, li Baṣûrê Kurdistanê, li Ṣengalê û li hemû qadên tekoṣînê ku gelê me lê ber xwe dide.
Bi van birûbaweriyên xurt em cardin vê roja dîrokî û vejînê li hemû gelên bindest û aṣtîxwaz pîroz dikin û serkeftinê ji gelê me re dixwazin.

Her weha, em bang li gelên Kurdistanê bi taybetî jî li civaka Êzidiyan dikin ku bi girseyî tevlî çalakiyên li seranserê Ewropa û Elmanyayê bibin û di kesayetiya Mam Zekî Şengalî de cangoriyên azadiyê bi bîr bînin."

BERNAMEYA ÇALAKIYÊN BÎRANÎNÊ

Di daxuyaniyê de li ser plansaziya civînên bîranînê ev agahî hatin parvekirin:

CELLE
Dem : 15:08 2020
Saet : 15 : 00
Cih : Mala Êzdîya Celle.
An Der Koppel 21,
Celle 29227

BREMEN
Dem : 15.08.2020
Saet : 14 : 00
Cih : Zentauren Str 13,
28199 Bremen

SAARBRUCKEN
Dem : 15.08.2020
Saet : 14 : 00
Cih : St.Johanner Straße 65,
66115 Saarbrücken

BÎELEFELD
Dem : 15.08.2020
Saet : 15 : 00
Cih : Mala Gel
Herbert-Hinnendahl-Straße 11,
33602 Bielefeld

BERLÎN
Dem : 15.08.2020
Saet : 15: 00
Cih. : Mala Gel
Residenzstraße 54,
13409 Berlin

16.08.2020

BAD FALLÎNGBÎSTEL
Dem : 16.08.2020
Saet : 13:00
Oerbke Berg 6.
29683.Bad Falingbostel

EMMERÎCH
Dem : 16.8 2020
Saet : 14 : 00
Cih : Mala Gel,
Nierenbergerstr 150,
46446 Emmerich am Rhein