Malpera Raperîna Gel hate astengkirin

Malpera Raperîna Gel cara 16’an ji aliyê dewleta Tirk ve hate sansûrkirin.

Malpera Raperîna Gel a 6’ê Gulana 2019’an dest bi weşanê kir, ji aliyê dewleta Tirk ve hê saleke xwe temam nekirî bû cara 16'an tê astengkirin.

Di daxuyaniya li ser malperê hate parvekirin de ev hate gotin: “Ji roja yekem a bi şîara ‘Ferdê Rêxistinkirî Civaka Rêxistinkirî’ dest bi weşanê kir û şûnde li dijî sansûr, astengî û girtinê yên dewleta Tirk li ser xeta çapemeniya şoreşger têkoşîna xwe dewam dikin.”

Navnîşana malpera nû ya weşanê: https://raperinagel11.com