Malbatên girtiyan: Tecrîd li Îmraliyê dest pê kir û li her derê belav bû

Malbatên girtiyan yên li Îzmîrê Nobeta Edaletê didomînin destnîşankirin ku tecrîda li Îmraliyê dest pê kiriye, li her derê belav bûye.

Malbatên girtiyan ên Îzmîrê bi mebesta berdana girtiyên ku cezayê wan qediyaye lê nayên berdan û ji bo berdana girtiyên nexweş û rakirina ferzkirinên tecrîdê yên li girtîgehan, dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatan di roja 91’an de li pêşiya Girtîgeha Kiriklar a Bûcayê berdewam kir. Di çalakiyê de malbatan berdilkên li ser hatibûn nivîsandin, “Deng bide zindanan” û “Ji girtiyên nexweş re azadî” li xwe kiribûn û dirûşmeyên “Heq, hiqûq, edalet”, “Bijî berxwedana zindanan” û “Bila girtîgeh bên valakirin” berz kirin. Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Gazîemîrê Mîrkan Erdem û Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) a Îzmîrê Mehmet Sabrî Gul jî piştgirî dan malbatan.

Mehmet Sabrî Gul di çalakiyê de bal kişand ser Nobetên Edaletê yên li Amed, Îzmîr û Stenbolê û wiha got: “Ev nêzî 6 meh in didomin. Ferzkirinên tecrîdê li Girtîgeha Îmraliyê dest pê kir û piştre li hemû girtîgehan û li seranserî civakê belav bûn. Astengkirina mafê tendirûstî, ewlehî û edaletê, li welatekî rê li ber rizîbûna civakî û polîtîk vedike. Niha li Tirkiyeyê yek ji van mafan tuneye. Li rexekî girtiyên nexweş bi raporên vala di hundir de terkî mirinê tên kirin û li aliyê din jî li girtîgehan mafê jiyanê tê binpêkirin. Di bin navê xwekujiyê de gelek kes tên kuştin.”

Gul di dewama axaftina xwe diyar kir ku her qad veguheriyê cihê şer û pevçûnan û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li deverên mîna Zaxoyê komkujî tên kirin. Ev şert û merc jî ji bo kedkar û xizanên vî welatî aramiyê nayîne. Divê raporên nerast ên derheqê girtiyên nexweş de ji holê bên rakirin, girtiyên nexweş werin berdan, pergala înfazê ya di sala dawiyê de ketiye meriyetê bê rakirin û girtiyên cezayê wan xelas bûye bên berdan. Hewce ye mekanîzmaya edaletê bêalî û serbixwe tevbigere û edaletê pêk bîne.”