Malbatên girtiyan li dijî tecrîdê banga têkoşînê kirin

Malbatên girtiyên nexweş û girtiyên ku cezayê wan qediyane lê nayên berdan, li dijî tecrîdê banga mezinkirina têkoşînê kirin.

Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên cezayê wan qediyaye lê nayên berdan, di roja 115’emîn de li ber Girtîgeha Kiriklarê dewam kir.

Xizmên girtiyan di çalakiyê de formayên bi nivîsa, “Ji girtiyên nexweş re azadî” û “Deng bide zindanan” li xwe kirin. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya navçeya Menemen û Bayrakliyê piştgirî dan çalakiyê.

Hevseroka HDP'a Bayrakliyê Ayşe Silik diyar kir girtiyên ku bi sal in li girtîgehê ne, ji ber zextan nexweş ketine.

Silik destnîşan kir ku divê dewlet dengê xizmên girtiyan bibihîze û wiha got: “Em dixwazin hevalên me yên ku berdana wan hatiye taloqkirin, bên berdan. Her roj li girtîgehan cenaze derdikeve. Bi giranî nexweş dikevin, lê dibêjîn dikarin li girtîgehê bimînin. Em van biryaran qebûl nakin. Ti dayîkek jî van biryaran qebûl nake û wê heta dawî têbikoşe. Em jî li gel wan bin.

Rêveberê Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Bucayê Cahît Gunay jî got “Ev gel ji bo mafên xwe edaletê dixwazin. Zarokên wan ji ber ku edaletê dixwazin, tên tecrîdkirin. Dayîk jî em jî bi biryar in ku em ê edaletê bînin. Sal jî derbas bibin, em ê ji bo dawîkirina tecrîde têbikoşin. Bila herkes deng bide.”

Çalakî bi dirûşmeyên, “Heq, hiqûq, edalet” û “Bijî berxwedana zindanan” dawî bû.