Malbatên girtiyan: Heta ku zarokên me azad bibin, em ê li ber xwe bidin

Malbatên girtiyan diyar kirin divê dayik rabin ser pêyan û gotin “Heta ku zarokên me azad bibin, em ê li ber xwe bidin.”

WAN

Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin li Îzmîrê û Wanê berdewam dike.

Nobeda Edaletê ya li Baroya Wanê di roja 104’emîn de berdewam dike. Dayika girtî Botan Tîmûr, Aslihan Tîmûr nobeda îro wergirt. Rêveberên Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Bêgira Wanê serdana nobedê kirin. 

Hevserokê HDP’a Bêgirê Mehmet Emîn Uulutaş diyar kir ku li girtîgehan îşkence heye û rewşa girtiyan di xetereyê de ye û divê tavilê dawî li îşkenceyê û zilmê were. 

Aslihan Tîmûr a dayika girtî Botan Tîmûr jî behsa axaftina xwe ya telefonê ya li gel lawê xwe kir û destnîşan kir ku lawê jê re gotiye zextên zêde li ser wan hene. Tîmûr anî ziman ku ew zilm û neheqiya li girtîgehan qebûl nakin û êdî divê dayikên girtiyan li dijî vê zilmê rabin ser pêya û bi giştî têbikoşin. 

ÎZMÎR 

Nobeda Edaletê ya li Baroya Îzmîrê jî di roja 34’emîn de berdewam dike. Ji dayikên çalakvan Sultan Yamegan jî da zanîn ku ew bi girtî Abdullah Guney ku wasiya wî re axivî ye û girtî Abdullah Guney daye zanîn ku dengê çalakiya dayikan tê girtîgehê û ew çalakiya dayikan gelek bi wate dibînin. Yamegan diyar kir ku ew ê têkoşîna xwe ya li dijî zilm û neheqiyê berdewam bikin û ji bo azadiya girtiyan daxwaza piştevaniyê kir.