Malbatên girtiyan: Em ê bi têkoşîna xwe dîwarên Îmraliyê hilweşînin

Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan didome. Malbatan xwestin Abdullah Ocalan û hemû girtî azad bibin û gotin “Em ê bi têkoşîna xwe dîwarên Îmraliyê hilweşînin.”

Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin a li Baroya Îzmîrê dabûn destpêkirin, di roja 30’yemîn de berdewam kir. Malbatan li cihê nobedê dowîzên bi nivîsa “Ji girtiyên nexweş re azadî” û “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye vekirin. Rêveberên HDP’ê ya Navçeya Bayrakliya Îzmîrê û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) ên Îzmîrê, Dayikên Aştiyê û endamên Komeleya Piştevanî û Alîkariya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Egeyê (EGE-TUHAYDER) serdana nobedê kirin. 

Rêveberê HDP’a Bayrakliyê Seyîthan Gumuş di serdanê de axivî û bang li malbatên girtiyan kir ku malbatên di nobedê de tenê neyên hiştin û banga berdana girtiyên nexweş kir. Gumuş anî ziman ku li gel cezayê apê wî Mehmet Şîrîn Gumuş ê li Girtîgeha Şakranê û girtî Metîn Gumuş ê li Girtîgeha Bafraya Samsûnê ye qediyaye jî nayên berdan û tevî ku cezayên wan ê 30 salî qediyaye jî li benda berdana wan bûn lê bi cezayên nû re rûbirû dimînin. 

Hevseroka HDP’a Bayrakliyê Ayşe Silik jî axivî û xwest girtiyên nexweş û girtiyên cezayên wan qediyane bên berdan. 

Dayika Aştiyê Peyrûza Kurt jî axivî û wiha got: “Em dixwazin êdî dilê dayikan neşewite û rondikên çavên dayikan nerije. Divê hemû dinya vê zilma li me tê kirin bibîne. Ji bo aştî pêk were divê ev deng were bihîstin û deriyên girtîgehan vebin. Bi hezaran Kurd di zindanan de ne. Divê êdî girtiyên me bên berdan.” 

Aktîvîsta TJA’yê Nûr Aytemûr jî diyar kir ku heta girtiyên nexweş neyên berdan dê edalet pêk neyê û got: “Heta ku girtî bên berdan, dîwarên Îmraliyê ku birêz Abdullah Ocalan lê tê girtin were hilweşandin dê têkoşîna me bidome. Em dixwazin hemû girtî û birêz Ocalan azad bibin û girtiyên nexweş tavilê bên berdan.”