Malbatên girtiyan: Bêdengî wê bibe bobelat!

Malbatên girtiyan serdana EMEP'ê kirin û gotin, ''Bêdengî wê bibe bobelat'' û bang piştevaniyê kirin.

Malbatên girtiyên nexweş û înfazên wan hatine şewitandin ji bo ku tedawiya xizmên wan were kirin û werin berdan serdana Navenda Giştî ya Partiya Kedê (EMEP) kirin. Şandeya li gel malbatan û Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Umît Dede ji hêla Alîkara Seroka Giştî ya EMEP'ê Selma Gurkan û rêveberan ve hate pêşwazîkirin.

Xizma girtiyan Incî Guler diyar kir rewşa birayê wê Abdulselam Guler giran e û got, ''Li ber çavê min destê wî kirin kelemçê û birin nexweşxanê. Ev 28 sal in girtî ye. Kurapekî min jî gritiye û rewşa wî giran e. Li ber dêrî, qerdiyan û leşker destê wan kelepçekirî wan derdixin. Em nema dikarin vê êşê ragirin.''

Xizma girtiyan Reşahat Ada jî got rewşa birayê wê Hamdulsena giran e, birayê wê bi nexweşiya dile û piştî ku 16 rojan di karantînayê de hiştina derûniya birayê wê ne baş e.

Hizal Yildirim jî gor ev 3 sal in birayê xwe Mehmet Yildirim nedîtiye, Yildirim got, ''Bila girtiyên me bi nexweşiya giran berdin. Cezayê wan qediyaya lê dîsa bernadin. ''

Hemdem Mervanî jî got bavê wê ev 30 sal in girtî ye, rewşa tendiristiyê ya bavê wê giran e, bavê wê di telefonê de jê re gotiye, ''Vê heftiyê dibe ku xebera mirina min ji we re were, ji her tiştî re hazir bin.''

Hakki Boltan, bavê Civan Boltan  jî got, ''Bêdengiya raya giştî bobelat e. Me got ev tenê li Amedê nabe. Di serî de desthilat, me bang li partiyan kir, hinan randevû da, ev ji bo me pir biqîmet e. Aşkere ye ku desthilat wê çareyekê neyîne. Ev êş ne ya herêmekê ye, ya Tirkiyê ye. Em dixwazin vî dengî bilind bikin, em dixwazin zexta li ser desthilatê zêde bikin.''

Alîkara Hevseroka EMEP'ê Selma Gurkan jî got, ''Rejîm û polîtikaya bi dijminatî ku hikûmeta siyasî li derve bi cih tîne, her wiha li pêvajoya darazê j3î xuya dike û li pêvajoya girtîgehê jî. Em pê dizanin ku piraniya darizandinan ne hiqûqî ne.''

Gurkan bi berdewamî got, ''Daxwaza me ew e di serî de girtiyên siyasî yên nexweş, hemû girtiyên siyasî bêne berdan. Ji ber ku bi ya me ew sûcdar in. Dawaza we daxwaza me ye jî. ''