Malbatê û parêzeran vê carî serî li Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan

Malbat û wasiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Saziya Bicihanîna Ceza ya Îmraliyê dan.

Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç, ji girtiyên din ên li Îmraliyê birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn ji bo karibin roja Duşemê hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Malbatê heman serlêdan bi rêya Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê li Midûriyeta Saziya Bicihanîna Ceza ya Girtî ya bi Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê kir.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah OCalan ji sala 1999'an dema bi komploya navneteweyî dîl hate girtin û vir ve li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê bi rengekî girankirî tecrîdkirî ye.

Abdullah Ocalan herî dawî 25'ê Adarê bi rêya telefonê bi birayê xwe re axivî bû, lê ev axaftin nîvco mabû.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan piştî 8 salan di 2 û 22'ê Gulanê, 12 û 18'ê Hezîranê û 7'ê Tebaxa 2019'an de karîbûn muwekîlê xwe bibînin. Ji 7'ê Tebaxa 2019'an û vir ve serlêdanên parêzerên Ocalan bêbersiv têne hiştin.