Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin

Malbat û wasiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo çûyîna Îmraliyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê herî kêm 18 meh in ti agahî nayê girtin.

Mehmet Ocalan birayê Abdullah Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç, her wiha xizmên girtiyên din ên li Îmraliyê Alî Konar birayê Omer Hayrî Konar, Polat Yildirim birayê Hamîlî Yildirim û Melîhe Çetîn xwişka Veysî Aktaş ji bo çûyîna Îmraliyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Malbatan heman daxwaz bi rêya Serdozgeriya Komarê ya Bûrsrayê ji Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê jî kirin.