Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin

Malbat û wasiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û xizmên girtiyên din ên li Îmraliyê ji bo hevdîtinê serlêdaneke nû kir.

Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç, birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan. Malbatan xwestin ku roja Duşemê hevdîtinê bikin.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji sala 1999'an û vir ve ku bi komployekê dîl hatiye girtin, li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava tecrîdeke giran de ye.

Herî dawî 25'ê Adarê bi rêya telefonê bi Abdullah Ocalan re axaftin hatibû kirin, lê ev axaftin jî nîvco hatibû hiştin.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan piştî 8 salan di 2 û 22'ê Gulanê, 12 û 18'ê Hezîranê û 7'ê Tebaxa 2019'an karîbûn muwekîlê xwe bibînin. Ji 7'ê Tebaxa 2019'an û vir ve serlêdanên parêzeran hemû bêbersiv têne hiştin.