Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin

Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê ji bo karibin biçin Îmraliyê serlêdan kirin.

Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç, birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn, ji bo karibin roja Duşemê hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Malbatan her wiha bi rêya Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê heman serlêdan li Midûriyeta Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê dan.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji sala 1999'an û vir ve di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin.

Abdullah Ocalan herî dawî 25'ê Adarê bi rêya telefonê bi birayê xwe re axivî. Ev hevdîtin nîvco hatibû hiştin.