Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê careke din serlêdan kirin
Malbat û wasiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Malbat û wasiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Mehmet Ocalan ê ku birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e, Mazlûm Dînç ê ku wasiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e, Alî Konar ê ku birayê Omer Hayrî Konar e, Polat Yildirim ê ku birayê Hamîlî Yildirim e, Melîhe Çetîn a ku xwişka Veysî Aktaş e, ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Malbatan bi rêya Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê serî li Midûriyeta Saziya Înfaza Cezaya Girtî a Ewlekariya Zêde ya Tîpa F a Îmraliyê jî dan.
Ji 25’ê Adarê û vir ve tu agahî ji Rêberê Gelê Kurd nayê girtin.