Malbatan ji bo çûna Îmraliyê serlêdan kirin

Malbat û vasiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo çûna Îmraliyê serlêdan kirin.

Mehmet Ocalan ê ku birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û Mazlûm Dînç ê ku vasiyê Abdullah Ocalan e, tevî Alî Konar ê ku birayê Omer Hayrî Konar, Polat Yildirim ê ku birayê Hamîlî Yildirim e û Melîhe Çetîn a ku xwişka Veysî Aktaş e ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Malbatan bi rêya Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê serî li Midûriyeta Saziya Înfaza Cezayê ya Ewlehiya Zêde ya Tîpa F a Îmraliyê jî dan.

19 meh in agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê stendin. Parêzer di hefteyê de du caran ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd serlêdanê dikin lê bi awayekî sîstematîk daxwazên serlêdanê bêbersiv tên hiştin. Di hinek rewşan de piştî çend mehan hincet tê diyarkirin ku cezayê dîsîplînê li Rêberê Gelê Kurd hatiye birîn.

Herî dawîn di 13’ê Nîsanê de cezayê qedexeya hevdîtinê li Abdullah Ocalan hatibû birîn. Piştî ku di 18’ê Cotnehê de ev qedexe bi dawî bû, hate diyarkirin ku ev qedexe şeş mehên din jî hatiye dirêjkirin.